‘Siberojên azad bi Ocalan pêkan in’

  • 09:06 3 Nîsan 2023
  • Rojane
STENBOL - Hevserokên MATUHAYDER û ANYAKAYDER rojbûn û hebûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gotinên wekê ‘Hebûna Birêz Ocalan vejîna gelê Kurd e’ vegotin û  diyar kirin ku siberojên azad bi azadiya Ocalan pêkane û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga têkoşînê kirin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan ku gele Kurd wek ‘rêber’qebûl dike û ji aliyê gelên cîhanê ve fikr û paradîgma wî eleqeyek mezin dibin edi 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara ya Xelfetî ya Rihayê hat dinê. Gelê Kurd û dostên kurdan her 4’ê Nîsanê  bi coşek mezin rojbûna wî pîroz dikin.
 
Abdullah Ocalan ku 24 sale li Grava Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin, li dijî tecrîdê têkoşîn axwe didomîne.  Peyama ji bo rojbûna Abdullah Ocalan a gelê Kurd, parêzer, malbat û hemû gelên cîhanê zelal e : “Heta azadiya fîzîkî pêk a Abdullah Ocalan pêk bê em ê di têkoşînê de bi israr bin Wê tecrîd bê şikandin.”
 
Hevserokên Komeleya Piştevanî û Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Windakirine ya Anatolyê (ANYAKAYDER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyên Marmarayê re (MATUHAY-DER) der barê 74’emîn rojbûna Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Rêberê gelan e’ 
 
Hevseroka ANYAKAYDER’ê Evîn Genç diyar kir ku ew rojbûna Abdullah Ocalan pîroz dike û wiha vegot: “Em rojbûna wî pîroz dikin û li aliyê din jî di bin tecrîdek giran de ye. Ev me xemgîn dike. Gelên cîhanê xwedî li paradîgma Abdullah Ocalan derdikevin. Ew rêberekî ku ji aliyê gelan ve hatiye qebûlkirinê ye. Ji ber vê jî rojbûna wî girînge. Bi fikr, rêgez, sekna xwe di dilê gelan de cih girtiye. Hebûna wî gelek girînge. Li dijî tecrîda giran her tim daxwaza azadiya fîzîkî hatiye kirin. Bi salane hêzên navneteweyî û rayagiştî li hember daxwazên Abdullah ocalan, gelan, malbat û parêzeran ker û lalin .Ev nayê qebûlkirin. Divê hemû rayagiştî bi lez bikeve tevgerê."
 
‘Azadiya wî wê bandorlê li hemû gelan bike’
 
Evînê di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “24 sale tecrîd li ser Ocalan tê meşandin û vê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Bêguman bandor li ser hemû gelan û jinan jî dibe. Azadiya fîzîkî ya Ocalan wê bandor li ser hemû gelan jî bike.Ez bang li hemû gelan dikim ku em rêxistibûnê mezin bikin, tecrîda li ser Ocalan bişkînin û ji bo azadiya fîzîkî bi hev re têbikoşin. Ji bo jiyanek azad û bi rûmet em bi hev re bimeşin.”
 
‘Hebûna wî vejîna gele Kurd e’
 
Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Demîr jî destnîşan kir ku di aştiyeke ji bo gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn de rola rêberê PKK’ê gelek girînge û wiha domand: “Du sale tu agahî jê nayê girtin. Ev jî tê wateya di şer de israrkirinê.  Gelê Kurd tê înkarkirin. Birêz Ocalan jiyana xwe da ser gelê Kurd. Hebûna wî vejîna gelê Kurd e.Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e.”
 
'Yekane çareserî bidawîbûna tecrîdê ye'
 
Dîlekê wiha dirêjî daye: “Ev du sale gel, malbat û parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanan dikin. Lê mixabin desthilatdarî van daxwazan nayne cih. Yekane çareserî bidawîbûna tecrîdê ye. Mekanîzma û hêzên navneteweyî jî dûrû ne. Li dijî tecrîda li ser Ocalan tu mudaxala wan tune ye. Peywira dikeve ser rayagiştî xwedî derketina li Abdullah ocalane. Divê xwedî lê bê derketin.Azadiya serokatiyê azadiya gelê Kurd e. Azadiya civakê ji azadiya wî derbas dibe. Bila rojbûna wî ya 74’emîn li gelê Kurd pîroz be.”