ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 3 Nîsan 2023
  • Rojev
 
*Jinên ku li semta Ofîsê danûstandanê dikin, anîn ziman ku aboriya Tirkiyeyê têkçûye û ew nikarin debara xwe bikin û gotin: “Hikûmeta niha Tirkiyeyê kiriye bin kavilan.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên Amedê, têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê ku dê bên kirin de, nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman. Jinan, bi lêv kirin ku bila îqtîdara heyî êdî biçe û qeyrana ku li welat tê jiyîn bi dawî bibe. DÎMEN HEYE
 
* Li Kurdistana ku çavkaniya debarê çandinî û sewalkarî ye, li polîtîkayên şerê taybet yê dewletê  krîza aborî, guherîna avhewaye jî zêde bû. Welatî li dijî vê rewşê rojên zehmet dijîn û pispor bi taybet balê dikşînin ser bêaviyê û gotin divê piştgirî ji bo cotkariyê bê dayîn. DÎMEN HEYE
 
*Hevserokên MATUHAYDER û ANYAKAYDER rojbûn û hebûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gotinên wekê ‘Hebûna Birêz Ocalan vejîna gelê Kurd e’ vegotin û  diyar kirin ku siberojên azad bi azadiya Ocalan pêkane û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga têkoşînê kirin.