Li Rêya Armûşê mirna jinekê ya bi gûman

  • 08:59 3 Nîsan 2023
  • Rojane
 
WAN - Li Rêya Armûşê jina bi navê Dîlber Servet bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.
 
Li taxa Sixê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jina 35 salî Dîlber Servet bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.
 
Hat îdakirin ku Dîlber ji ber ji avahiyê ketiye jiyana xwe ji dest daye. Tîmên tendirustiyê û malbata Dîlberê hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Dîlberê jiyana xwe ji dest daye.
 
Hat ragihandin ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve lêpirsîna hatiye destpêkirin dewam dike.