Li Stenbol û Bazîdê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê

  • 16:08 2 Nîsan 2023
  • Rojane
 
STENBOL / AGIRÎ - Bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Stenbol û Bazîdê pîrozbahî hat lidarxistin. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li avahiya nûnyertiyê ya li Beyoglû ya Stenbolê pîrozbahî li dar xist. Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu û gelek kesên din tev i pîrozbahiyê bûn. Li eywana pîrozbahiyê quncikeke bi wêneyê Rêberê PKK’ê û gulan hatiye xemilandin hate amadekirin. 
 
Di pîrozbahiyê de ji ewil bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe  ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin û piştre jî pastaya bi nivîsa “Rojbûna te pîroz be” ji aliyê Dayikan ve hate birîn. 
 
Li Bazîdê jî pîrozbahî
 
Li navçeya Bazîd a Agiriyê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi minasebeta 4'ê Nîsanê ku rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e şitlên daran hatin çandin. Ji bo şitlên ku li Turbeya Ahmedê Xanî hatin çandin Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîdê û gelek kesên din amade bûn.