Pervîn Budan: Em jin li ser rêya 3'emîn digihîjin hev

  • 12:28 2 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Budan a di civîna Danezana Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat ragihandin de axivî got, "Em jin baş dizanin ku hilbijatina 14'ê Gulanê ji bo me jinan tenê ne hilbijartineke, di heman demê de wê ji bo rejîmê dengdayîn bê kirin. Em jin li ser rêya 3'emîn bûne yek."
 
Danezana Hilbijartinê ya Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk li Otela Hîlton a Enqereyê bi beşdariya gelek jinan tê ragihandin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Berdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevberdevka HDK'ê Esengûl Demîr, Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce, Berdevka ESP/SKM'ê Çîçek Otlu, Serokwekîla Partiya Şoreşger Elîf Torun. Ji Partiya Jinê Fatma Aytaç, ji KDP-T Bêrîvan Dal, ji EHP’ê Fîdan Ataselîm, ji EMEP’ê Îlke Işik, ji Dayikên Aştiyê, Komeleya Jinên Kurd, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinê ya Rosa, Komeleya Dema Jinê, Komeleya Jinan a Star, Yekîtiya Jinan. Weqfa Piştevaniya Jinan, Platforma Kedê ya Jinan, Federasyona Komeleyên Jinan a KESK'ê û sendîkayên girêdayî wê, ÎHD û gelek nûnerên partiyên siyasî, STK û parlamenterên jin tevlî bûn.
 
'Ji ber ku me heta vê astê têkoşîn aniye em şanaz in'
 
Pervîn Buldan a ku destpêkê axivî, diyar kir ku jinan qet hêviya xwe kut nekirin û ev ruhê serhildêr hiştiye ku îro li vêderê amade bin. Pervîn wiha berdewam kir, "Em îro li vir kom bûne da ku danezana hilbijartinê ya jinan ragihînin rêya ku me daye destpêkirin da ku sedsala pêş bi têgihiştinek nû û jiyanek nû pêşwazî bike. Em şanazî û heyecaneke bêdawî dijîn ji ber ku me têkoşîna jinan aniye vê astê.  Jin xwedî helwesteke bi biryar in ku her tim hêviyê zindî dihêlin. Tevî her cure zehmetî û astengiyan jî jinên leheng hene ku bê dudilî bi can û keda xwe di vê têkoşînê de ked dane."
 
'Hilbijartin ya we jina ye'
 
Pervînê diyar kir ku di vê hilbijartinê de wê serkeftin a jinan be û got, "Ez hemû rêhevalên me yên jin ên li zindan û sirgûnê ku xwediyê vê keda giranbuha ne, hemû jinên ku bê teredud li pey heqîqetê ne, silav dikim. Ez jinên ku li ser kar, li zeviyê, li gundê xwe, li taxa xwe li dijî her cure talan, wêranî û îstîsmarê li ber xwe didin, ji dil silav dikim. Îro ev salon a we ye, ev daxuyanî ya we ye, ev hilbijartin a we ye. Serkeftina ku em ê di van hilbijartinan de bi dest bixin ya we ye, sedsala nû ya we ye, serkeftin ya we ye. Niha berxwedana me ya mezin; Dem hatiye ku em têkoşîna xwe ya birûmet ber bi guhertinên mezin ve bibin."
 
Danezana me ya Denîz Poyraz û rêhevalên wan e
 
Pervînê axaftina xwe wiha domand: “Jinên delal; Danezana me ya jinan, ragihandina maf û azadiya jinan, demokrasî, wekhevî û edaletê ye ku jin bi salan e ji bo van têdikoşin. Danezana me danezana têkoşîna Denîz Poyraz û hevrêyên wî ye. Têkoşîna me ya bi rûmet a jinên rojhilatê Kurdistanê Îranê ku porê xwe dikin ala berxwedanê, Emîne Şenyaşar a li Rihayê ji bo edaletê li ber xwe dide, jinên li dijî pêkanînên qirkirinê yên li Afganîstanê li ber xwe didin û hemû jinên ku li her derê li dijî zilma baviksalarî û faşîzmê li ber xwe didin a hevpar e. Weke jin em di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li hemberî hişmendiya wan şirîkên desthilatdariyê radiwestin. Ji ber vê yekê em bi partiya çep a kesk pêşwaziya hilbijartinên bê dikin. Em bi tifaqa xwe ya ked û azadiyê, bi tifaqa xwe ya jinan û bi tifaqa xurt a hemû bindestan re dikevin hilbijartinê."
 
Em jin li ser rêya 3'emîn tên gel hev
 
Belê jinên delal; Jin hêza damezrîner a guhertin, veguhertin û ji nû ve avakirinê ne. Weke her car em ji temsîliyeta wekhev dikevin van hilbijartinan. Di dema pêş de em ê rola xwe ya dîrokî ku bi awayekî herî xurt cihê xwe di nava siyasetê de bigirin bilîzin. Weke jin em di Rêya 3'emîn de gîhaştine hev û bûne yek. Em ji rêya sêyemîn re dibêjin destpêka nû, sedsala nû. Bi vî awayî, ev hêz, ev îrade; li ser çepa kesk, bi tifaqa me ya ked û azadiyê, tifaqa me ya jinan wê têkoşîna me ber bi serkeftinê ve bibe. Ji ber vê yekê dem hatiye ku em meşa xwe ya mezin ji her demê bêhtir bi îrade û bi israr bidomînin. Rehên dara azadiyê têra xwe xurt û kûr in. Naha em pir nêziktir in ku em li ber ronahiya rojê li dora dara çepê ya kesk bên gel hev û serketinê hembêz bikin. Em gelek bêtir amade ne.
 
Bele jinên hêja û delal;
 
Jin hebûna me ye…
 
Jiyan berxwedana me ye…
 
Azadî armanca me ye…
 
Jin jıyan azadi…”