Li Serdeştê baxçeyê zarokan

  • 10:15 2 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê Tevna (Weqfa)  Alîkariya Jinên Êzidî ve li Serdeştê baxçeyê zarokan hate vekirin. Cara yekemîn e ku ji bo zarokên Serdeştê karekî bi vî awayî tê kirin.
 
Ji aliyê Tevna Alîkariya Jinên Êzidî ku di sala 2019’an de hatiye avakirin ve li Serdeşta Çiyayê Şengalê baxçeyê zarokan hat vekirin. Tevna ji bo jinên ji aliyê QSD'ê ve tên rigarkirin radestî malbatên wan dike dixebite,  li welat û derveyî welat ji bo ximzeta zarokan û jinên Êzidî bike bê navber kar dike.
 
Di çarçoveya kar û xebatên Wexfê de, duh li Serdetşa çiyayê Şengalê ku heta niha hejmarek malbatên ku di dema çeteyên DAIŞ’ê de koçber bûne û lê dimînin baxçeyekî zarokan hat vekirin.
 
Di dema vekirinê de gelek endamên TAJÊ’ê Meclisa Serdeştê û jinên herêmê jî aamde bûn. Vekirina baxçeyê zarokan keyfxweşiyek mezin li cem zarokan çêkir.
 
Baxçe ji gelek beşên wek fêrkirina ziman, cihê lîstikên zarokan û perwerdekirina zarokan pêk tê.