Şengal bi rengê biharê xemilî

  • 10:36 1 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hatina baran û berfa dawî re, Şengal bi rengê biharê xemilî, li deşt û çiyan kulîlk vebûne, bi taybet Geliyê Şilo bi xweşikbûna xwe bala mirovan dikêşe ser xwe.
 
Ji ber îsal baranek baş barî, hema bêje li her derê Kurdistanê xwezaya wê hêjayî dîtinê ye. Şengal bi baranên dawî rengê xwe guhert.
 
Bi taybet Geliyê Şilo bi rengê xwe yê xweşik, bala herkesê dikêşe ser xwe. Di dawiya meha Adarê de li gelek cihên bilind ên Şengalê berf jî barî, Şengal bi barîna berfê re reng û dengek cûda raxist ber çavan.
 
Li Geliyê Şilo, Çêlmêra heya Barê berf barî û dîmenek xweş derket. Bi barîna berfê re avabûna rojê hest û xweşikbûnek cûda raxist ber çavan.