Amara dê bi gul û rihanan mêvanên xwe pêşwazî bike

  • 10:02 1 Nîsan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Li gundê Amarayê ku her sal di 4'ê Nîsanê de gel serdana gund dike, îsal jî li benda mêvanên xwe ye. Gundê Amarayê bi hatina biharê re di nav giya û darên hêşin de bi vekirina gul û rihanan 4'ê Nîsanê pêşwazî dike.  
 
Gelê kurd ku her sal di 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de serdana mala Ocalan a li gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê dike, îsal jî li dijî tecrîda girankirî bi daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan 4'ê Nîsanê pêşwazî dike. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TÛHAD FED), daxuyandin ku dê di çarçoveya çalakiyên 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daran deynin û çalakiyên cur bi cur li dar bixin û herî dawî jî bi awayekî girseyî Meşa Amarayê li dar bixin. 
 
Li gundê Amarayê ku her sal di 4'ê Nîsanê de gel serdana gund dike, îsal jî li benda mêvanên xwe ye. Gundê Amarayê bi hatina biharê re di nav giya û darên hêşin de bi vekirina gul û rihanan 4'ê Nîsanê pêşwazî dike.