Derbarê çeteyê fuhuşê de doza nû: Ez natirsim ji ber ku mafdar im

  • 09:15 1 Nîsan 2023
  • Rojane
 
 
Melike Aydin
 
ÎZMÎR - Piştî doza ku gumanbar Mutlu Erbey jê 15 sal ceza girt û gumanbarên din û jinên fuhuş lê hatibûn ferzkirin nehatin lêkolînkirin şûnde, dozek nû ya ku 28 kesên din lê hatin zêdekirin hat vekirin. Sîbel F.Y. ku çete îfşa kir tevî tehdîdan dest ji têkoşînê berneda û got ew natirse ji ber mafdar e.
 
Li Mîlas a Muglayê endamên çeteyê fuhuşê Ayşe Gunduz, Pinar Gunduz, Alîfçali û gumanbarê destdirêjiyê Mutlu Erbey bi îlana kar a sexte jin xapandibûn û fuhuş lê hatibûn ferzkirin. Der barê gumanbaran de Sîbel F.Y doz vekir û runiştina biryarê li Dadgeha Ceza Giran a Bodrumê hatibû dîtin. Li gumanbar Mutlu Erbey ji sûcê ‘êrîşa zayendî’ 13 sal ji sûcê ‘şantajê’ jî 2 sal bi giştî 15 sal ceza hat birîn.
 
Sîbelê der barê Ferîştah Yilmazkaya, Pinar Elîsolak, Emîne Sagir de ku navên sexte yên wekê Ayşe Gul Înat, Kerîm Karakuş, Ahmet Çamliyurt, Cevahîr Lofçali, Melîsa Dogan, Buşra Sagir, Emîne Bakir û Gamze bikar dianî, ji ber tehîd û heqeretan biryara dûrxistinê girtibû. 
 
Di dozê de li hemû gumanbaran ceza nehat birîn. Gumanbarên din nehatin dîtin. Sîbelê têkoşîna xwe ya hiqûqê meşand û der barê Qerekola Cendermeyan a Mîlas, Gumbet, Turgutreîs û Qerekola Cendermeyan a Gumuşluk de serlêdana sûc kir.
 
Sîbel ku her tim tê şopandin û heqeret lê tê kirin diyar kir ku wê dest ji têkoşînê bernedin.  Li Dozgeriya Mîlasê 48 dosya li dozgeriya Bodrumê jî 24 dosyayên Sîbelê hene. 
 
Sîbelê got 28 kes bi doza çete re derketine dadgehê. Doza ku Sîbelê vekiriye sê sale didome. Sîbelê da zanîn ku di alî hiqûqî de jî zext lê tê kirin û wiha got: “Ji ber min tehdîd û heqeretên jina bi navê Melîsa Dogan di çapemeniya dijital de weşand, ji sûcê ‘îfşakirina jiyana taybet’ doz li min hat vekirin. Min endamên çeteyê fuhuşê Pinar Gunduz, Alî Lofçali jî îfşa kir. Lê bêyî lêkolîn bê kirin doz hat girtin.”
 
Kesên min nas nakin heqeret û tehdîdan dikin
 
Sîbelê da zanîn ku Recep Dîlek û Asim Çelebî yên ku qet nas nake heqeret û tehdîdê li wê dikin û ji ber vê jî van kesan ceza girtine. Sîbelê wiha dirêjî daye: “Jin abi navê Pinar Elîsolak di Nîsana 2021’ê de li ser çapemeniya civakî xwest bi min re hevaltiyê bike. Lê bêyî belge û delil doza heqeretê li min vekir. Pinar Elîsolak mêrên xwedî nêrîna çep in dike kemînê û mêrên ku daxwazên wê neynin cih bêîtîbar dike û îftereyan lê dike. Di dozê de gelek kes di doza nû de hene. Hemû jî têkiliya wan bi hev re hene. Girêdayê hev in. Bazirganiya hişbirê dikin."
 
‘Çete bi qerekola cendermeyan a Mîlasê re di hevkariyê de ye’
 
Sîbelê got roja tundî lê hatiye kirin li qerekolê cendermeyan îfada wê guhertine û derbasî zabitê kirine û cendermeyan nêzîkatiyên nebaş lê kirine. Sîbelê wiha daxuyand: “Qerekola cendermeyan  a Mîlasê jî hevkarê çetene. Min de barê wan de jî 6 caran serlêdana sûc kir lê carekê jî lêpirsînek nehat meşandin. Li Mîlasê der barê cendermeyan de 8-9 serlêdanên min hene. Endamekê çete di 2022’yan de meha tebaxê de bi keseî ji partiya desthilatdariyê re zewicî. Min dosya çeteye fuhuşê ku navê 28 kesan tê de derbas dibe vekir. Ez bi ser ketim. Ez dixwazim ev kesên din jî ceza bigirin. Ez natirsim ji ber ez mafdar im.”