Pêngavek di azadiya civakî de: Hevjiyana Azad

  • 09:10 1 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan perspektîfa ‘Hevjiyana Azad’ ya ji bo azadiya civakê formule kir li cîhanê eleqeyek mezin dît û di serî de ji aliyê jinan hemû civak nîqaş dike.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di têkoşîna azadiya jinên kurd de çarçoveya îdeolojîk ya formule kiriye bala hemû jinên cîhanê dikşîne. Perspektîfa ‘hevjiyana azad’ ya çarçoveya jiyana wekhev û azadiya civakî diyar dike di salên dawî de ji aliyê tevgerên jinan ve tê nîqaşkirin. 
 
Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de diyar dike ku heta teşeyê têkiliya navbera jin û mêr de neyê fêmkirin, pirsgirêkên civakî jî nayên fêmkirin û diyar dike ku esasa hemû pirsgirêkên civakî de ev pirsgirêk heye.
 
Abdullah Ocalan der barê pirsgirêkan de van tespîtan dike: “Bindestî û pelçiqandina civakî li ser statuya netewî û çînî bilind dibe. Di rastiya şer û pevçûnan de ev heye. Kapîtalîzm herî zêde rastiya statuya koletiya jinê vedişêre. Jin di sosyolojiya modernîteyê de wek karkera malê û kesa ku zarokan tîne dinê ye. Fêmkirina van rastiyan divê pêngava yekem a sosyalolojiyê bûna. Ji ber teşeyên koletiya vir protîpa teşeyên binpêkirin û koletiya hemû civakê ye. Têkoşîna jinan a li dijî vê binpêkirin û koletiyê, hîmê têkoşîna wekhevî û azadiya civakê ye.
 
Li ser hêmaya jinê hûrbûn
 
Dema hîm ne saxlem û rast be di hejandinek biçûk de wê hilweşe. Di dîrokê de gelek mînakên vê hene. Ji ber vê dema pirsgirêkên civakî tên destgirtin divê li ser hêmaya jinê li ser wkehevî û azadiyê li sre rastiya jinê bê sekinandin. Rêbazek lêkolînê ya ji rastiya jinê dur tu azadî û wekheviyê pêk nayne û nagihêje heqîqetê.
 
Dema mirov bi mêran re derkevin rê, mirov nikarin jin û jiyanê rast venasînin. Hebûna xwezayî ya jinan hîn bêtir di astek navendî de ye. Di alî biyolojîk de jî ev wisa ye. Xweza jiyanê girêdayê jinê ye. Dijminahiya mêr ya li dijî jiyanê jî girêdayê rastiya civaka lê dijiye.”
 
Divê di hevjiyana azad de jin çi bike?
 
Abdullah Ocalan diyar dike di rewşa heyî de bi jin û mêran re jiyan ne pêkane û ji ber vê jî divê ‘hevjiyana azad’ bê avakirin.
 
 Abdulah Ocalan  tiştên pêwist a di avakirina hevjiyana azad de wiha rêz dike:
 
“* Divê jin bizanibe têkiliyek zayendî ya bi mêr e tenê bi tatmînbûna biyolojîk sînor nîne. Serdestiya mêr dikare rê li mirinê vebike. Jin bi zewacê re dikeve qefesê û piştre jî wisa hêsan jê dernakave. Bedela vê bi canê xwe an jî bi teslîmbûnê dide. Divê jin bê baş bizanibe. Mêrê hegemonîk û jina teslîm bûye divê qirêjiyê de rola sereke dilîzin. Mêr roja xerakirina bekareta jinê bi serbilindî pêşkêş dike. Di bin vê de hêza tatmînbûnê heye. Ev ji bo wan tê wateya tespîtkirina mêritiyê. Ev li mêrên ciwan jî tê fêrkirin. 
 
* Jin ji ber vê yekê divê bizanibin ku mêr neçîrvaniya wan dikin û li gorî vê tevbigerin terza xwe wisa pêş bixînin. Mêr di her derfetê de jinan dike bin lepê xwe û zextê dike. Dixwazin wisa jinan zeft bikin. Divê jin vê bizanibin û wisa derkevin qada civakî. 
 
* Divê bê zanîn ku hedefa esas a modernîta kapîtalîst jine û dixwaze jinê bike koleyên modern. Jin li hember kapîtalîzmê di asta hêza êrişê de ye. Jin li dijî mêrê modernîte ji têkçûnê xilas nabe. Yanî her rê jinê dibe koletiya jinê ya modern.
 
* Ger jin tevî vê serdestiya mêr di azadbûnê de bi israr be wê demê divê tevî hemû zehmetiyan têbikoşe. Tenêtî ji bo rewşên marjinal derbasdare. Jiyana sosyalist jî hevjiyanek azad hewce dike."
 
Di avakirina hevjiyana azad de divê mêr çi bikin?
 
Abdullah Ocalan ji bo mêran jî tiştên ku divê esas bên girtin wiha formule dike:
 
“* Divê mêr bizanibin ku jina li pêşber wan 5 hezar sale di bin hegomonya mêr de koletî lê hatiye ferzkirin. Hemû stratejiya jiyana jinê di vê esasê de hatiye avakirin. Ger ku mêr li pey hevjiyana azad be, xilasbûna wan jî ji vê zehmete. Mêr heta ji vê stratejiyê xilas nebin nikarin di têkoşîna civaka sosyalist de pêngavê bavêjin.
 
* Divê mêr bizanin ku di rewşa zewacê de mê jî bi qasî jinê ketiye rewşa koletiyê. Ji bo bandora neyînî ya vê ji ser xwe bavêje divê li pey jiyana sosyalîst biçe. 
 
* Li dijî çanda zayendperest ya modernîta kapîtalîst divê şerê nefsê bê dayîn û bi serkeftî têbikoşe.
 
* Li dijî van hemû bindestî, pelçiqandin û pêkanînan ji bo hevjiyana azad divê herî kêm bi qasî têkoşîna jina azad têkşîna mêrê azad jî bê dayîn. Ev jî bi çareserkirina kesayeta mêrê kole pêkan e."