ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 1 Nîsan 2023
  • Rojev

* Margaret Owen bertek nîşanê ku CPT rapora serdana Îmraliyê aşkera nekiriye da û da zanîn ku saziyên navneteweyî jî bandora xwe winda kirine û wiha got: “Ev bêdengiya me, me dike hevkarê îşkenceya li Ocalan tê kirin. Divê ev serdan ji gelê Kurd û hemû mirovan re bê aşkerakirin.”

 
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan perspektîfa ‘Hevjiyana Azad’ ya ji bo azadiya civakê formule kir li cîhanê eleqeyek mezin dît û di serî de ji aliyê jinan hemû civak nîqaş dike.
 
*Fayrûz Nibat a ku di dikana ku li Silopiyayê vekiriye de cil û bergên netewî didirû hem çanda kurd diparêze û hem jî debara xwe dike. DÎMEN HEYE
 
*Dayika Aştiyê Miyaser Korkmaz der barê pîrozvahiyên rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û wiha got: “Em dixwazin serokatiya xwe ligel xwe bibinin. Em daxwaza azadiya fîzîkî dikin. Azadiya wê azadiya me ye.” BI DÎMEN 
 
*CPT di rapora xwe ya 2022’a n de der barê Îmraliyê de tu agahî parve nekiribû. Bertekên li dijî vê iddomin.  Hevseroka OHD’a Stenbolê Esra Bîlen diyar kir ku komîteyê di salên 92-96’an de bêyî girêdayî Tirkiyeyê bimîne, daxuyaniyên xwe didan û got: “Niha jî divê CPT girêdayê destura Tirkiyê nemîne û daxuyaniyê bide. Em di demek wisa de ne. Em hiqûqnas heta ku tecrîd neyê bidawîkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE
 
*Piştî doza ku gumanbar Mutlu Erbey jê 15 sal ceza girt û gumanbarên din û jinên fuhuş lê hatibûn ferzkirin nehatin lêkolînkirin şûnde, dozek nû ya ku 28 kesên din lê hatin zêdekirin hat vekirin. Sîbel F.Y. ku çete îfşa kir tevî tehdîdan dest ji têkoşînê berneda û got ew natirse ji ber mafdar e. BI DÎMEN 
 
*Makbule Kaya ya ku ji Stenbolê ji bo emeliyata fitiqa pişt hat Wanê ji ber xemsariya li Nexweşxaneya Lokman Hekîm li beşa lênêrînê ya giran têkoşîna jiyanê dide. Di dema emeliyatê de xwîneke cuda hatiye dayîn. BI DÎMEN