Li Eskîşehîrê jinek hat qetilkirin

  • 22:12 31 Adar 2023
  • Rojane
ESKÎŞEHÎR- Li Eskîşehîrê Elena Samsanova ji aliyê mêrê bi navê Atîla Sarihan ve hat qetilkirin.
 
Li taxa Uluonder ya navçeya Tepebaşi ya Eskîşehîrê jina bi navê Elena Samsanova ya 55 salî ji aliye Atîla Sarihan ve bi alava birînê hat qetilkirin. Cîranên ku deng bihistin agahî dan polîs û ekîbên tenduristiyê.  Elena Samsanova li cihê bûyerê jiyana xwe ji dset da. 
 
Piştî bûyerê Atîla Sarihan hat binçavkirin û ji bo îfadê birin Midûriyeta Emniyetê ya Eskîşehîrê.
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.