Doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin

  • 13:02 31 Adar 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - 3'yemîn rûniştina doza H.K.G. ya bersûc Kadir Îstekli, Yusuf Ziya Gumuşel û Fatma Gumuşel jê tên darizandin hat dîtin. Di rûniştinê de li 2 şahidan hat guhdarkirin û şandeya dadgehê rûniştin taloq kir. 
 
Damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaata Îsmaîlagayê Yusuf Ziya Gumuşel zaroka xwe ya 6 salî H.K.G. bi Kadir Îstekli da zewicandin û bû sedema tecawiza sîstematîk. 3'yemîn rûniştina doza H.K.G. ya bersûc Kadir Îstekli, Yusuf Ziya Gumuşel û Fatma Gumuşel jê tên darizandin hat dîtin. Ji sûcên "êrişa zayendî","îstismara li ser zarokan" bersûc tên darizandin. Di rûniştinê de li 2 şahidan hat guhdarkirin û şandeya dadgehê rûniştin taloq kir. 
 
Di rûniştinê de Kadir Îstekli, Yusuf Ziya Gumuşel ên girtî û Fatma Gumuşel a bi şerdê kontrola edlî serbest e li rûniştinê amade bûn. 
 
 Di rûniştinê de li 2 şahidan hat guhdarkirin û şandeya dadgehê rûniştin taloqî 5'ê Hezîranê kir.