Li Mêrsînê starta hilbijartinê hat dayîn

  • 12:12 31 Adar 2023
  • Ramyarî
 
MÊRSÎN - Li Mêrsînê bi civîneke ku hat lidarxistin starta hilbijartinê hat dayîn. Di civînê de bal kişandin ser serkeftina Partiya Çep a Kesk.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku wê bi Partiya Çep a Kesk re bikeve hilbijartinê li Mêrsînê starta xebatên xwe da. Civîna ku li Avahiya HDP'ê ya Bajêr hat lidarxistin, nûnerên partiyaên tifaqwê û endamên wan tevli bûn. Di civînê de li ser pêvajoya hilbijartinê niqaş hatin kirin.  
 
'Em ê bi ser kevin' 
 
Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kûş a di civînê de axivî, anî ziman ku hilbijartina di 14’ê gulanê de bê kirin gelek girîng e û wiha got: “Zextên li ser me di pêvajoya hilbijartinê de jî didomin. Partiya me di vê pêvajoyê de bi pêvajoya girtin an negirtinê re rûbirû hate hiştin. Lê me weke her serdemê bi hêza gelên xwe û tecrubeya xwe ya bi salan alternatîfa xwe avakiribûn. Di rojên derbasbûyî jî Hevserokên me yên Giştî ragihandibû ku em ê bi Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. Ev hilbijartin ji bo me gelek girîng e. Li dijî hişmendiya qeyûm li dijî kesên destkeftiyên jinan tune dihesibînin, demokrasi xelas kirin, azadiyan nas nakin, bi rêxistineke xurt û bi piştevaniya dilxwaz em ê li her derê Mêrsînê li qadan bin. Şeva 14’ê gulanê wê bi serkeftina Partiya Çep a Kesk em ê bi gelên xwe re serbikevin.”
 
Piştî axaftinê civîn ji çapemeniyê re girtî hat berdewamkirin.