Li Îzmîrê serdegirtinên malan

  • 11:53 31 Adar 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li Îzmîrê di serdegirtinên malan de yek jê jin herî kêm 5 kes hatin binçavkirin. 
 
Li Îzmîrê di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Gulazer Sancak, Huseyîn Çelebî, Salîh Mentaş, Cîhan Mentaş, Ûgûr Narîn û Erdal Gezîcî jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Sedemê binçavkirinan nehate hînbûn. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê ya li Çankayayê.