Girtiya nexweş Dîlek Oz têkoşîna xwe bi rêhevaltiyê didomîne

  • 09:08 31 Adar 2023
  • Rojane
STENBOL - Girtiya nexweş Dîlek Oz a li Girtîgeha Bakirkoyê girtiye 28 sal in tevî nexweşiyên dil, astim, polip, gurçik û tanisyonê nayê berdan. Dîlek tevî her tiştî têkoşîna xwe didomîne. Yekane daxwaza dayika wê ev e ku keça wê bê berdan.
 
Dîlek Oz 28 sal berê dema 25 salî bû û li Zanîngeha Marmara Beşa rojnamegeriyê dixwend li Enqereyê hat girtin. 20 salan di bin çavan de ma gelek îşkence lê hat kirin. Dîlek ji Enqereyê birin Stenbolê û li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hat darizandin û 36 sal cezayê muebeta giran lê hat birîn.
 
Yekane xeyalê wê rojnamegerî bû
 
Dîlek sala wê mezûn biba hat girtin. Xeyalê wê rojnamegerî bû. Dîlek ewil li girtîgeha Bayrampaşa girtî dimîne piştre surgunê Gebze û Burdurê tê kirin. Herî dawî surgunî Bakirkoyê tê kirin. Ji 1994’an heta niha Dîlek bi gelek nexweşiyan dikeve. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Dîlek yek ji girtiyên nexweş a giran e. Tevî hemû hewldanan jî nayê berdan. Hevala Dîlekê ya ku di 2018’an de li Bakirkoyê ligel wê di qawişê de dima navê xwe neda û diyar kir ku Dîlek tevî hemû nexweşiya mirovek pir pozîtîf bûye. 
 
Rêhevaltiya wê…
 
Hevala Dîlekê bal kişand ser rêhevaltiya wê û wiha got: “Em di 2018’an de bi hev re li qawişê man. Dîlek pençeşêra malzarokê bû. Emeliyat bû. Tevî hemû nexweşiyan rûyê wê her tim biken bû. Enerjiya wê pozîtîf bû. Hevaltiya wê pir xweş bû. Hevalên xwe kêfxweş dikir. Ji ber nexweşiyan wê demê tevli grevan nebû. Lê bi hevalên ketibûn grevê re eleqeder dibû.”
 
Bi gîtar û pênûsa xwe her kes heyran dihişt
 
Hevala wê wiha domand: “Dema em ligel hev bûn 48 salî bû. Tevî nexweşiyan bi hevalên xwe re voleybol dilîst. Her kes radikir digot bilîzin. Jinek têkoşer bû. Bandorek mezin li ser me dikir. Li hevalên xwe guhdar dikir. Tu car vala nedima. Bi taybet bi hevalên ciwan re eleqeder dibû. Kurdiya wê pir ne baş bû ji ber vê tirkî dinivîsî. Bi gîtar û pênûsa xwe em heyran dihiştin. Jinek gelek xurt bû. Ji bo hevalên xwe şevên moralê pêk dianî. Her tim gîtar lêdida. Stran çêdikir. Pir fedekar bû. Ji bo hemû hevalan fedekarî dikir. Bi şev ranediza ji bo hevalan nobed digirt.”
 
Her duşem li bende tehliyeyê bû
 
Hevala wê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Dîlekê her rojên duşemê dipa ku bê tehliyekirin. Gelek bi kelecan bû. Roj derbas dibûn, rojên duşeman dihatin û derbas dibûn. Rojekê em li bende tehliya wê bûn lê ez tehliye bûm. Ez pir xemgîn bûm. Min got xwezî ne ez bûma lê Dîlek bûya. Min bi Dîlekê re gelek bibîranîn kom kirin. Hevaltiya wê pir cuda bû. Ez dixwazim her tim hevaltiya wê hîs dikim. Divê Dîlek demildest bê berdan û bê dermankirin.”
 
'Yekane daxwaza min ev e ku ez keça xwe bibînim'
 
Dayika Dîlekê Suzan Oz jî da zanîn ku nexweşiyên keça wê giran bûne û wiha domand: “Li girtîgehê rewşa wê qet ne baş e. Nikare jiyana xwe bidomîne. Divê demildest bê berdan. Yekane daxwaza min ev e ku ez keça xwe bibînim. 28 salên wê qediyan, 3 salên wê man. 15 sal in di nav girtiyên nexweş de ye. Nexweşiyên wê piranî li girtîgehê derketin. Şertên girtîgehê wê didin zorê. Daxwaza min ev e ku keça min demildest bê berdan.”