ROJEVA 31'Ê ADARA 2023'YAN

  • 09:00 31 Adar 2023
  • Rojev
 
* Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal a ku cara yekem di 2019’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk anî de, anî ziman ku hem kelecanek lê girtiye û hem jî di wê zanistê de bûye ku berpirsyariyek mezin li ser milên wê bûye û got: “Birêz Ocalan gelek caran anî ziman ku ew dikare vê pêvajoya şer bi dawî bike.” BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Partiya Çep a Kesk yê navçeya Hezexê Elfesya Nas, destnîşan kir ku Partiya Çep a Kesk roleke dîrokî girtiye ser milên xwe û got: “Di hilbijartinê de wê jin û ciwan ji vê desthîlatdariyê hesab bipirsin.” DÎMEN HEYE
 
*Ji bo jiyanek alternatîf hewce bi zanînê heye. Abdullah Ocalan her tim pêşniyar û perspektif danî holê. Em lêgerîn û lêpirsînkirinên xwe didomînin. Ev têkoşînek her dem e. Cihgirtina di vê zanîn û hişmendîbûnê de peywira her kesî ye. Cudahiya me ya herî mezin ev e ku em ji vê ahlaq û hişmendiyê xwedî dibin. NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
* Li Amedê welatiyên erdhêjê ku konbajara li qerexa Çemê Dîcle hatibûn danîn de diman, di 15’ê adarê de ji ber lehiya ku rabû li cihên cuda ên bajêr hatin bicihkirin. Her wiha hat zanîn ku nêzî 30 hezar malbat hêj pirsgirêka starbûnê dijîn.
 
*Welatiyan diyar kirin ku bac naçe ji erdhejzedeyan re diçe ji dewletê re û baweriya wan bi dewlet û saziyên wan nemaye. Welatiyan gotin şertên jiyana wan hîna neguherîne û gotin divê êdî hinek tişt biguherin. DÎMEN HEYE
 
*Girtiya nexweş Dîlek Oz a li Girtîgeha Bakirkoyê girtiye 28 sal in tevî nexweşiyên dil, astim, polip, gurçik û tanisyonê nayê berdan. Dîlek tevî her tiştî têkoşîna xwe didomîne. Yekane daxwaza dayika wê ev e ku keça wê bê berdan.