Li Hesekê banga azadkirina Efrînê hat kirin

  • 15:53 30 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê bi hezaran kesan nerazîbûn nîşanî qetlîama Cindirêsê dan û ji bo azadiya Efrînê bang kirin.
 
Komên Ehrar El Şerqiye yên dewleta tirk şeva Newrozê komkujiyek li dijî welatiyên Kurd ên navçeya Cindirêsê pêk anî û di encamê de 4 welatiyên malbata Pêşmerg jiyana xwe ji dest dabûn.
 
Li hemberî vê komkujiyê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmên cuda nerazîbûnên xwe bi rêya lidarxistina çalakiyên cuda anîn ziman û piştgiriya gelê Efrînê kir.
 
Li Hesekê bi sedan şêniyên bajêr li pêşiya Parka Serok a taxa Kelasê kom bûn û bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana Efrînê em ê dagirkeriyê tune bikin û Efrînê rizgar bikin” ber bi çerxerêya Cûdî ve meşiyan.
 
Xwepêşandêran alên Kongreya Star, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şehîdên komkujiya Cindirêsê hildan û banga derxistina çeteyan û dagirkeran ji bajar û herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê kir.
 
Li çerxerêyê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso axivî û destnîşan kir ku Tirkiye ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve bi hemû rêbazan hewl dide ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike.
 
Ebdulxenî bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hember sûcên dewleta tirk bibin yek û wiha domand: “Divê rêxistinên mirovî û aliyên têkildar destwerdanê bikin, çeteyan ji herêmên dagirkirî derxin û wan herêman li şêniyên resen vegerînin.”
 
Di dawiya çalakiyê de, girseyê berxwedana Cindirêsê û Efrînê silav kir û êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê şermezar kir.