Di têkoşîna azadiyê de vegera li xwebûnê: Teoriya qutbûnê

  • 09:05 30 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkildarî ‘Teoriya Qutbûnê’ ya  ku çarçoveya teorik û dînamîk a esas a pêşketina têkoşîna zadiya jinê ye wiha dibêje: “Ev qutbûn ji  nebaşbûnê qutbûn e, ji bêbandorbûnê qutbûn e, ji fetisandina jiyanê qutbûn e.” Ev nirxandin îro jî rojevbûna xwe diparêze.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  ji bo îrade û azadiya jinê heta îro gelek nirxandin kiriye. Ligel nirxandinên hatine kirin di pêşketina azadiya civakî de jî der barê rol û misyona jinê de çarçoveyek îdeolojîk ngav bi gav diyar kiriye. ‘Teoriya Qutbûna Ji Hevdu’, ‘Jineolojî’ û ‘Hevjiyana azad’ hîmê vê ava dikin.
 
Pêvajoya azadbûna jinê ya bi Teoriya Qutbûnê dest pê dike, di parêznameyên Abdullah Ocalan de rota aziya civakî ya bi ‘hevjiyana azad’  datîne holê. Teoriya Qutbûnê çiye çima hewcedarî pê tê dîtin?
 
Armanc vegerandina li xwebûnê ye
 
Dema hemû pêvajoyên têkoşîna tevgerên jinan ê pêş ketine tê lêkolînkirin tu di rastiya şoreşê de astek wisa teorik û pratîk nehatiye bidestixistin û ev bi teoriyê pir baştir tê dîtin. Dema teoriya qutbûnê tê destgirtin hevsengiya ji ber newekheviya di navbera zayendan de xera bûye, di esasa sazkirina ji nû de wek armanc tê destgirtin. Hedefa esas a qutbûnê ev e ku li dijî pergala serdest a mêr û newekheviyê bi zayenda jinê re kesên hatine binpêkirin, vegerînin xwebûna wan. 
 
Qutbûna ji nebaşiyê 
 
Abdullah Ocalan bi van gotinan Teoriya Qutbûnê vedibêje: “Hinek dibêjin çima evqas qut bûn? Ev qutbûn ji nebaşiyê, ji bêbandorbûnê qutbûn e, ji fetisandina jiyanê qutbûn e. Belkî tê de der barê dijmin de tiştek tune ye. Ev ji têkçûnê, windabûnê ji rastiyek wisa qutbûn e.  Mezopotamya çavkaniya jiyanê bû, dergûşa mirovahiyê bû. Ev qutbûn ji mirov xwe bigîhinin derfeta jiyanê ye. Ev qutbûn ji bo derfet ji bo jiyanek mirovane vê afirandine.” 
 
Rêgezek jiyanî
 
Abdullah Ocalan di berdewamiyê de wiha dibêje: “Têkiliyek biçûk a mêr rê li ber rewşek binpêker vedike. Karê mêr ê ewil tunekirina pergala azadiya fikr a jinê ye. Îradeya jinê felç dike. Niha ev pir xeter e. Divê em vê ji holê rakin. Ger li hember îradeya azad a mirov rêzdariya me hebe, hewce bi îradeya azad heye. Ev ji bo me axlaq e. Di heman demê de serhildan e. Ev ji bo mêr dibe ku neyê tehemulkirin. Lê ji bo min rêgeza jiyanî ye.”
 
 
Xilasbûna ji bandora pergala serdest a mêr 
 
Abdullah Ocalan her wiha vê nirxandinê dike: “Di rastiya dîrokî de jin di pergala serdest de ji rastiya xwe hat biyanîkirin. Bi vê biyanîbûna hezaran salî re di pergala serdest a mêr de jin koletî, bê îradebûn, bê azadbûnê dijî. Jin li gorî serdestiya mêr li gorî cîhana mêr bi teşe bûye. Di astek wisa de dijî. Jina di rastiyek wisa de teşe bûye, ji lêpirsînkirinê dûr, ji pergala mêr xilas nebûye. Xwe nabîne, bi hevzayendên xwe re rêxistinbûnê nake. Di şikandina pergalên pergalê de jî zehmetiyan dikşîne. Heta ku îradeya azad bi jinê re dernekeve holê tu wekhevî jî pêk nayê. Li cihê qutbûn tunebe mirov dikarin behsa tiştekî tenê bikin; ew jî jiyaneke ku îradeya jinê bi tevahî hatiye şikandinê ye.”
 
Qutbûnê li demê belav nekin
 
Abdullah Ocalan destnîşan dike ku pêvajoya qutbûna ji zîhniyeta mêr û têkoşîn divê li demê neyê belavkirin û ev wê bandorek neyînî li têkoşîna azadiya civakî bike û wiha berdewam dike: “Texrîbata bi hezaran salî di demek kurt de çareser nabe, her wiha tê wateya ku hinceta bêtêkoşînbûnê li demê belav bike. Ji ber ve jî divê şert û mercên jinê esas digirin bên afirandin û di çarçoveya pergaleke ku her dayîm bê meşandin. Qutbûn zemîna xwenaskirinê diafirîne. Di alî pêşxistina îrade û xwebûnê de xwedî rolek girîng e.  Hedef û hinceta projeya jiyana azad e.”