Li Til Hemîsê dewreya perwerda jinên ciwan bi dawî bû

  • 21:43 25 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Akademiya bîrdozî ya Şehîd Reşîd Efrîn a li navçeya Til Hemîsê dewreyeke perwerdeyê ya jinên ciwan bi dawî bû.
 
Li Akademiya bîrdozî ya Şehîd Reşîd Efrîn a li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê dewreyeke perwerdeyê ya taybet bo jinên ciwan bi dawî bû.
 
Dewreya perwerda ku 20 jinên ciwan ên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevli bibûn, mehekê dewam kir. Di perwerdeyê de waneyên li ser girîngiya perwerdeyê, hevjiyana azad, azadiya jinê û zihniyeta baviksalarî hatin dayîn. Di merasîmê de hevserokên Meclisa Til Hemîsê û endamên saziyên sivîl amade bûn. 
 
Jina ciwan a bi navê Emel Mihemed a ku tevli perwerdê bibû axivî û bixêrhatina beşdaran kir.Piştre lîstikek şanoyê ya der barê êriş û zilma DAIŞʹê ya li ser jinan hat pêşandan.