Nasnama 83 zarokan nehat tespîtkirin

  • 20:04 25 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî diyar kir ku  hezar û 900 zarokên ji kavilan hatine derxistin û refekatiyên wan tune ne xistine bin qeydan û nasnameya 83 zarokan jî nehatiye tespîtkirin.
 
Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî li ser çapemeniya civakî daxuaniyek der barê zarokên piştî erdhêjê ku refekatiyê wan tune de da. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku hezar û 900 zarokên ku ji kavilê hatine derxistin û refekatiyên wan tune ne xistine bin qeydan û her wihat hat diyarkirin ku hezar û 453 zarok teslîmê malbatên wan hatine kirin. 
 
Wezaretê berdewamiyê de wiha got: “108 zarok piştî dermankirinê teslîmê saziyên wezaretê hatine kirin. 339 zarok jî dermankirina wan li nexweşxanê didome. Hezar û 817 zarok nasnamê wan hatine tespîtkirin. 83 heb jî nasnameyên wan nehatine tespîtkirin.”