Ji Ekmek ve Gul kampanya: Em bi piştevaniyê li ser piyane

  • 17:54 25 Sibat 2023
  • Rojane
STENBOL- Ekmek ve Gul  ji bo kampanya ku wê 5’ê Aarê de bi armanca piştevaniya jinên erdhêjzede li Qada Kartalê bidin destpêkirin banga tevlibûnê kirin.
 
Ekmek ve Gul bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinana Cîhanê di çarçoveya kampanyaya ‘Bi pira xwişkbûnê em  jiyanê ji nûve ava bikin’ wê di 5’ê Adarê de saet di 13.00’an de li Qada Kartalê bernameyekê pêk bînin. Jinan ji bo tevlibûna bernamê bang kirin. 
 
Di bangê de wiha hat gotin: “Em bikevin milên hev û bi hev re bimeşin. Bila xwişkbûna me bibe pira jinûve avakirina jiyanê ya herêma erdhêjê. Em di 5’ê Adarê de bi hêza xwişkbûna xwe bên gel hev. Em bi piştevaniyê li sre piyane; emê xwe rêxistin bikin û biguherin.”