Serhildana 'Jin jiyan azadî' dewam dike

  • 12:18 25 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî kuştin, darvekirin û gefên dewleta Îranê bê navber dewam dikin. Duh li Beluçistan û Zahîdanê hêzên Îranê rê li xwepêşandan û nerazîbûna girtin.
 
Li ser serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê re 163 roj derbas bûn. Tevî kuştin, darvekirin û gefên dewleta Îranê jî nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.
 
Duh li bajarê Zahîdanê yê Sîstan û Belûçistanê piştî nimêja înê careke din xwepêşandan pêk hat û dewleta Îranê înternet qut kir. Hêzên Îranê hewl dan bikevin nava mizgeftê, lê welatiyan rê li wan girtin.
 
Melayê mizgefa mezin a Raskê Melewî Ebdulqefer Neqşibendî li ser zextên hêzên Îranê peyamek li ser tora civakî parve kir. Di peyamê de hate gotin; “Mizgefta Mekke dilê Suniyên Îranê ye, eger bi vî awayî dewam bike û leşker neyên derxistin, wê bûyerên neyên xwestin rû bidin.”
 
Li gorî daxuyaniyên çalakvanên Beluç, nîşangirên dewleta Îranê li ser avahiyên bilind ên derdora mizgeftê hatine bicihkirin. Herwiha kesên derdora mizgeftê jî ji aliyê hêzên Îranê ve têne binçavkirin.
 
Her wiha duh li gorî agahiyan ji bo astengkirina xwepêşandanan, li Zahîdanê helîkopterên Pasdarên Îranê digeriyan û înternet jî hatibû qutkirin. Tevî hemû zextan, li Beluçistanê xwepêşandan hate lidarxistin, li dijî desthilatê bê navber dirûşm hatin qêrîn.
 
Li gorî dîmenên ji aliyê Kampanya Çalakvanên Belûç ve hatine parvekirin, di xwepêşana li Zahîdan a Sîstan-Belûçistanê de dirûşma, ‘Mirin ji bo dîktator’ dihate berzkirin.
 
Duh di nimêja Înê de melayê mizgefta Mekke Ebdulhemî Îsmaîl Zahî bang li desthilatê kir got; “Li şûna girtina xelkê, rê bidin xelk biryara çarenûs û sîstema siyasî ya welat bidin.”