Avahiya jêre gotin ‘kêmxesare’ pirxesar derket

  • 20:11 24 Sibat 2023
  • Rojane
AMED - Li Amedê avahiya ku wekî "kêmxesar" hatibû nîşandan, îro rapora "pirxesar" ji bo wê hat amadekirin. Malbatan bertek nîşan dan û gotin ku bi rojan e di avahiyê de ne. 
 
Li Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, di dema tespîtkirina xesarê de ji bo Avahiya Aslan ya 11 qatî hatibû gotin" kêmxesar" e. Lê di roja 19'an a erdhejê de ji bo avahiyê rapora "pirxesar" hat amadekirin. Şêniyên avahiyê bertek nîşan dan û gotin: "Çima pêşî gotin kêmxesar e. Heya niha em di avahiyê de bûn. Çibû gotin pirxesar e. Em dixwazin alavênxwe derxin."  
 
Li gor îdiayên şêniyên taxê, polîsên di apartmanê de duh mala xwe bar kirine. Polîs li ber avahiyê ne û nahêlin welatî alavên xwe derxin.