Wê li Şengalê komxebata neteweya demokratîk bê lidarxistin
- 15:20 24 Sibat 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo danasîna fikrê netewa demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rêya çareseriya pirsgirêkên Iraqê wê sibehê li Şengalê bi sernavê ‘’Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de’’- komxebatekê li dar bixe.
Li Şengalê di çarçoveya têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xurtkirina kampanyaya “Dem Dema azadiyê ye”, rêzeçalakî û xebatên Rêveberiya Xweser a Şengalê berdewam dikin.
Bi vê armancê wê 25’ê Sibatê saet 09-00’an de li Hola Azadî ya navenda Şengalê bi sernavê ‘’Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de ye” komxebatek wê bi rê ve biçe. Komxebat ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve tê lidarxistin û hejmarek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên komên baweriyan ên ji Başûrê Kurdistanê û bajarên Iraqê hatine vexwendin. Her wiha wê meclîsên gel ên Şengalê, TAJÊ, tevgera ciwanan, PADÊ, rûsipiyên civakê û gelek sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî komxebatê bibin. Ji derveyî kes û saziyên ku hatine vexwendin, derî ji her kesek bixwaze beşdar bibe re jî vekirîbe.
Wê komxebat rojekê berdewam bike û hewl bide pirsgirêkên demokrasî û azadiyê yên li Iraqê diqewimin û li gorî fikrên Abdullah Ocalan çareserî were destgirtin.
Mijarên esasî ku wê di komxebatê de werin guftugokirin jî wiha ne;
*Pirsgirêkên Iraqê û herêmê, çareseriya van pirsgirêkan di neteweya demokratîk de
*Danasîna projeya Xweseriya Demokratîk
*Beriya fermanê û piştî fermanê tevgera jin û ciwanan
*Li ser esasê parastina cewherî, parastina gelan