OHD'a Dîlokê derbarê îşkenceya li girtîgehê de gilî kir

  • 14:21 24 Sibat 2023
  • Hiqûq
 
DÎLOK - Parêzerên OHD'a  Dîlokê, derbarê îşkenceya li dozgeriyê giliyê rêveberên girtîgehê kirin.
 
Li Girtîgeha navçeya Islahiye ya Dîlokê ya Tîpa T  di 21’ê Sibatê de gardiyanan êrişî girtiyên siyasî kir. Gardiyên ku ji bo hejmartînê çûn qawîşa C-23'yan, ji 6 gritiyên siyasî re gotin "ji me re rêzdar in" û êrişî wan kirin. Gelek gardiyanan, ji paş de destên girtiyan girêdan û ew li korîdorê serdevkî dirêj kirin. Hat destnîşankirin ku di dema îşkenceyê de xwîn ji devê girtiyan hatiye. Hat aşkerakirin ku paşê midûrê girtîgehê hatiye cihê bûyerê û ji girtiyan re gotiye gardiyan nû ne, "ji ber we nas nakine serî li rêbazeke wiha dane." 
 
Şandeyek ji parezêrên OHD'a Dîlokê duh bi girtîyan re hevdîtin kirin. Parêzerên OHD'ê, dan zanîn ku li girtîyan îşkence hatiye kirin û derbarê îşkenceya hatiye kirin de li dozgeriyê giliyê rêveberên girtîgehê kirin.