ATK girtiya nexweş bernade: Tu dikarî bimeşî

  • 09:04 24 Sibat 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Ozge Ozbek ku piştî cezayê wê hat taloqkirin û hat ameliyetkirin, ji nexweşxanê dîsa hat girtin û şandin girtîgehê. ATK’ê rapora "dikare bimeşe" dayê û nayê tahliyekirin.
 
Rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe û derfetê dermankirinê ji bo girtiyan nayê dayîn. yek ji van girtiyên nexweş Ozge Ozbek e. Ozge ku di mêjiyê wê de tumor heye û nikare girtî bimîne, sê meh cezayê wê hat taloqkirin. Ozge di 27’ê cotmeha 2020’an de li Stenbolê emeliyet bû û piştî emeliyetê hinceta biryara girtina wê heye dîsa hat girtin û şandin girtîgeha Jinan a Gebzeyê.
 
Ozge ku li girtîgeha jinan a Gebezeyê dimîne ji bo kontrolên xwe diçe nexweşxanê, doktor jê re ragîhand ku divê demildest bê dermanikrin û got ji ber emeliyeta derbas kiriye nikare di şertên girtîgehê de bimîne.
 
Ji ber li nexweşxaneyên dewletê yên Stenbolê derfetên dermankirinê tune û nexweşxaneyên taybet jî dermankirinê red dikin, mehên borî de ji girtîgeha Gebzeyê bo dermankirinê di 13’yê Çileyê 2023’yan de şandin girtîgeha Sîncanê ya Jinan a Enqereyê.
 
ATK dibêje ‘tu dikarî bimeşî’
 
Hevjînê wê Ozgur Ozbek da zanîn ku Ozge nabihîze, hevsengiya xwe winda dike û êşa serî dijî û wiha domand: “Şertên girtîgehê bandorek mezin li ser dike. Nexweşxana Gebzeyê rapora nikare girtî bimîne dayê. Lê ATK dibêje tu dikarî bimeşî û rapora erênî nade. Bi israr vê red dike.”
 
‘Tahliyekirin tê astengkirin’
 
Ozgur wiha dawî lê anî: “Hevjînê min ji be tumorê emeliyet bû. Di mêjî de nêzî 10 tumoran heye. Hîna li nexweşxanê bû hatin birin girtîgehê. Heyeta nexweşxana Gebzeyê got divê bê berdan. Di vî alî de rapor da. Doktoran got nexweşî pêş ketiye. Divê demildest bê dermankirin. Lê bi hinceta dermankirinê ji Stenbolê sewqî Enqereyê kirin. Em nikarin biçin bibînin. Em dixwazin bê tahliyekirin û em dermankirina wê bidin destpêkirin. Divê demildest bê berdan.”