ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN

  • 09:00 24 Sibat 2023
  • Rojev
 
* Aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan, bal kişand ser pirsgirêka paqijiyê ya li bajarên ku ji ber erdhejê wêran bûne, diyar kir ku jin û zarok niha bi pirsgirêkên tenduristî û şewbê re rûbirû ne. BI DÎMEN 
 
*Fatma Kayşiyogun ya di redhêjê de 6 xizmên xwe winda kir û hevjînê wê di beşa giran de ye, bi zarokên xwe re hîna di xaniyê bi xesar dîtiye de dijîn. Fatmayê da zanîn ku heta niha ji dewletê tu tiştek nedîtine û banga alîkariyê kir. BI DÎMEN 
 
* Ozge Ozbek ku piştî cezayê wê hat taloqkirin û hat ameliyetkirin, ji nexweşxanê dîsa hat girtin û şandin girtîgehê. ATK’ê rapora "dikare bimeşe" dayê û nayê tahliyekirin.
 
*Kesên ku li Taxa Dursunluyê ji erdhejê xilas bûne, diyar kirin ku cihên wan ên jiyanê nebaş in û erzaq û malzemeyên paqijiyê hêj jî nayên peydakirin. Welatiyên ku dibêjin ew stargehên saxlem dixwazin, dibêjin ew ê taxên xwe neterikînin. BI DÎMEN 
 
*Şaredariya Silopiyayê ya HDP’ê ji bo herêmên erdhejê bi butçeyeke hindik seferberî îlan kir. Hevşaredar Adalet Fîdan diyar kir ku di navbera gelê Botanê û mexdûrên erdhejê de pirekê avakirine û da zanîn ku wan bi rêya 100 dildaran 21 TIR alîkarî gihandine herêmên erdhejê. BI DÎMEN