Li Defneyê bi pêla 5.0 erdhêj pêk hat

  • 20:39 23 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD'ê daxuyand ku li navçeya Defneyê ya Hatayê bi pileya 5.0 erdhej çêbûye û bajarên derdorên jî erdhêj hîs kirine.
 
AFAD'ê daxuyand ku îro saet 18.53'yan de li navçeya Defne ya Hatayê bi pela 5.0 erdhej çêbûye. Di daxuyandiyê de hat diyarkirin ku erdhej 9,76 kîlometre di biniya erdê de çêbûye û li Hatay û bajarên derdorê jî hatiye hîskirin.