Li Semsurê lîsteya hewcedariyên jinan hat amadekirin

  • 19:39 23 Sibat 2023
  • Rojane
SEMSUR - Aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê, Jinên Femînîst û LGBTÎ çûn Semsurê û bi jinên mexdurên erdhêjê re hatin gel hev û hewcedariyên wan ligel xwe qeydkirin.
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), jinên femînîst û LGBTÎ  li ser navê Piştevaniya Femînîst a Ji bo Karasetê ji Stenbolê çûn Semsurê û hewcedariyên jinan kirin lîste. 
 
Jinan diyar kirin ku ew ji ber xebata ekîba Piştevaniya Femînîst a Ji bo Karasetê gelek kêfxweşin û diyar kirin ku jinan zehmetiyên xwe anîne ziman û diyar kirine ku tu kesî alîkarî nedaye wan, ew 10 hezarê ku destilatdarî dide jî naxwazin. Jinan her wiha gotin tu hewcedariyên wan nayên peydakirin û nikarin xwe bigihînin bincil, mama zarokan, pedên hîjyenîk.
 
Ekîb wê alavên hewcedariya di TIR’a Mor de ye sibê li jinan belav bikin.