Di 17 rojan de 8 hezar û 550 erdhêjên biçûk pêk hatin
- 19:26 23 Sibat 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî erdhêja mezin ya navenda wê Mereş bû pêk hat şûnde 8 hezar û 550 erdhêjên biçûk pêk hatin.
Midûrê Giştî yê Kêmkirin û Rîska Erdhêjê ya AFAD’ê Orhan Tatarder barê erdhêjên navenda wê Mereş bû pêk hatin de daxuyanî da. Orhan Tatar diyar kir ku piştî erdhêjên navenda wê Mereş bû şûnde 8 hezar û 550 erdhêjên biçûk pêk hatine, ev erdhêjê ku 4 mehan de pêk tên, di 17 rojan de pêk hatine. Her wiha Orhan Tatar dxuyakirin ku navçeya Gurun a Sêwasê jî wek herêma karasetê hatiye îlankirin.