ÎHD: Bila cihê konbajar bêguhertin

  • 18:54 23 Sibat 2023
  • Rojane
AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê ji bo konbajarê ku tevî hemû rîskan ligel Çemê Dîcle hatiye avakirin bê rakirin serî li Walîtiyê da ku cih biguherin.
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê bi daxwaza Konbajarê ji 4 hezar û 200 malbatî pêk tê ya li gel Çemê Dîcle hatiye avakirin û rîskan dihewîne cihê wê biguherin serî li Walîtiya Amedê da. Tevî hemû rexneyan debatên li konbajar didomin. ÎHD’ê diyar ki rku konbajar di serî mafê jiyan û tenduristiyê, rê li ber gelek mexduriyet û travmayan wê vebike û banga betalkirinê li Midûriyeta Rewşên Lezgîn û Karasetê ya Navendî kir.
 
ÎHD’ê rîskê ku kobajar pê re rû bi rûne wiha rêz kir:
 
“Qad heta 2011’an ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve wek qada hafriyatê dihat bikaranîn û cih hatiye tijekirin ji ber vê rîska asbest dihewîne.
 
*cihê mijara gotinê ye li ber çeme û ji ber vê her tim lehî lê radibe. 
 
*Di rewşa kapaxên Bendeva Dîcle û Kral Kizi rabin de wê lehî rabe û bigihêje konbajar û jiyana mirovan bikeve rîskê.
 
*Ji ber demsal zivistane herêm li gorî navenda bajar gelek sar e
 
*Ji ber pêşû û zêdebûna zindiyên li wir wê gelek nexweşî bi mirovan re bên dîtin.
 
*Ji ber şiliyê ava çem her tim bilind dibe û lehî radibe
 
*Ji ber konbajar ji navendê dure hewcedariyên mirovan wê zehmet bigihêje wir.
 
*Ji ber konbajar ligel çeme rîska ku zarok bikevin çem û bifetisin heye.