Li Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 23'yan de dewam dike

  • 12:30 23 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibata 2023’an de ji bo Azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 23 roj li pey xwe hişt.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo azadkirina fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 23 rojin dewam dike.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 13’an ve hate dewrgirtin. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 12’an Elî Mijînî axivî.
 
Elî Mijînî di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Armanca çalakiya me ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ye, heta ku em Serokê xwe bi fîzîkî azad nekin em ê her tim di nava çalakiyan de bin. Ji bo vê jî heta ku em wek Kurd nebin yek û li her derê çalakiyan nekin, emê nikaribin Serokê xwe azad bikin. Banga min ji bo tevahî gelê Kurd û kesên ku dibêje ez xwedî wijdanim û şerefim divê demildest rabin ser piyan û bikevin nava çalakiyan. Ji bo wê jî divê em gelê Kurd hemû destê xwe bidin hev dakû em bikaribin Serokê xwe bi fîzîkî azad bikin.”
 
Piştî axaftinê koma 13’yan de bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" çalakî dewir girt.