Çav berdan 10 hezar pereyê dane erdhejzedeyan jî!

  • 09:01 23 Sibat 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Desthilatdariya ku piştî erdhêjê wek mizginiyekê got wê deyndê bacê taloq bike, 10 hezar pere alîkarî bide erdhejzedeyan, beramberî deynê bacê hacîz dike. Parêzer Umran Hakverdî got ev di alî hiqûq û wijdanê de nayê qebûlkirin.
 
Di 6’ê Sibatê de navenda wê Bazarcix a Mereşê bû bi mezinahiya 7.7 û 7.6 erdhej pêk hat. 42 hezarî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest dan. 11 bajar ji erdhêjê bi bandor bûn û li bajaran avahiyên ku zirar nedîtine nemane.  Gelek avahî hilweşiyan û yên li ser piyan man jî bi erdhêjên biçûk ên piştî erdhêjê hilweşiyan. Li van bajaran ku bi giştî 13-14 mîlyon kes dijiyan, welatiyên bê mal mane hîna piştgiriya kon negirtine. Gelê wir bi piştevaniya alîkariyên gel û rêxistinên civaka sivîl li ser piyan e. Desthilatdariya ku soza 10 hezar TL pere dabû welatiyan di rojên borî de razandin hesabên wan.
 
Bloqe danîn ser pereyên alîkariyê
 
Ev pereyê ku bo piştgiriyê şandibûn ji hesaban jî, ji aliyê daîreyên baceyê ve hesabên welatiyan hatin hecizkirin. Lê destilatdariyê piştî erdhejê gotibû wê li bajarên erdhejê, bav, deynê prîma SGK’ê û deynê krediyan wê demê bê taloqkirin. Bankayan jî wek mizgînî diyar kiribûn ku deynê kesên jiyana xwe ji dest dane paqij kirine.
 
Ji ÇHD’ê bertek
 
Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) bertek nîşanî hecizkirina pereyên piştgiriyê da û wiha got: “Ev pereyên ji bo alîkariyê hatine dayîn, nikarin bên hecizkirin. Ev hem di alî hiqûq hem jî di alî wijdanî de nikare bê qebûlkirin. Divê demildest ev heciz bên rakirin.”  Parêzera ÇHD’ê Umran Hakverdî ev biryara hecizê nirxand.
 
Heciz dijqanûnî ye
 
Umranê diyar kir ku bi riya hecizê bloqekirina vî pereyî li dijî Kanûna Îflas a Îcrayê ye û îcrakirina vê alîkariyê ne pêkan e. Umranê wiha domand: “Welatiyên xaniyên wan hilweşiyane û zirar dîtine, 10 hezar TL alîkariya hatiye razadindin jî tê de pereyên hesabên wan hatine hecizkirin. Ev li dijî Kanûna Îflasa Îcrayê ye. Bi xala 82’yan a Kanûna Îflasa Îcrayê malên nayên hecizkirin hene. Ev 10 hezar TL yê divê nehatiba hecizkirin, heciz kirin. Sedema vê jî ev e ku tiştên dewlet bigirin di plana pêş de ye. Kesên berê deynê baca wan heye û deyndarên şopandina îcrayê ne ev pere ji hesabê wan hatiye kişandin.”
 
Dewlet di vê pêvajoya karasetê de jî dest jê bernade
 
Umranê bi lêv kir ku di vê pêvajoya karasetê de jî dewlet ketiye pêş deynan û wiha domand: “Dewlet li şûna ji biryara xwe vegere, ji pereyên alîkariyê tahsîlata deyn didomîne. Ev nikare bê qebûlkirin. 10 hezar TL’yê ku çawa ketiye hesabê welatiyan hema hatiye kişandin. Pere ji heman cihê hatiye razandin û hema demildest hatiye kişandin. Divê destnedana vî pereyî hebe. Bloqekirina vî pereyî nayê qebûlkirin.”