Li Meletiyê 3 hezar û 437 avahî hilweşiyan
- 22:45 22 Sibat 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daxuyaniya Walîtiyê li Meletiyê heta niha 3 hezar û 437 avahî hilweşiyane.
Walitiya Meletiyê daxuyanî da û diyar kir ku heta niha li Meletiyê hejmara avahiyên hilweşiyane 3 hezar û 437 hebin. Her wiha hat gotin ku 19 hezar û 822 xesara giran dîtiye, 2 hezar û 79 jî xesarek kêm dîtiye, hejmara avahiyên divê demilest bê xerakirin Jî 527 hebin. Li bajar het aniha kavilên 22 avahiyan hatine rakirin û ya 18 heban jî ji bo rakirinê xebat dimeşin. Ligel vê 2 hezar û 939 kon hatine avakirin û 19 hezar û 169 kes di konan de dijîn û 6 hezar û 395 jî li cihên girtî dijîn.