Gumanbarê êrişî HDP'ê kir hat berdan

  • 19:04 22 Sibat 2023
  • Rojane
STENBOL- Mehmet Beyazit ku êrişî Rêxistina HDP'a Stenbolê kir, hat berdan.
 
Mehmet Beyazit ku duh êrişî Rêxistina HDP'a Stenbolê kir, hat berdan. Mehmet Beyazit, duh çûbû avahiya partiyê û ji endamên partiyê re gotibû "hûn terorîst in" û êrişî wan kiribû û endamên partiyê jî ew bêbandor kiribûn û radestî polîsan kiribûn.
 
Piştî êrişê Walîtiya Stenbolê jî daxuyaniyek belav kir. Walîtiyê derpêş kir ku bi sûcê "heqaret", "destdirêjî, destavêtin û gefxwarin" û "zirara li mal û milk" gelek qeydên êrişkar hene û li Nexweşxaneya Demargirî û Perwerdehî û Lêkolînê ya Ord. Prof. Dr. Mazhar Osman a Bakirkoya Stenbolê qeyda wî heye.  
 
Mehmet, piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 7'an hat kirin. Dadgeriyê Mehmet berda.
 
Parêzerê partiyê Ferdî Yamar, bertek nîşanî berdana Beyazit berda. Ferdî diyar kir ku HDP, bi awayekî sîstematîk rastî van êrişan tê û got ku daraz jî bi polîtîkaya "bêcezatiyê" ser van sûc û êrişan dinixumîne.