Malbatên ji dibistanên tên derxistin banga piştevaniyê kirin

  • 16:25 22 Sibat 2023
  • Rojane
 
AMED - Li navçeya Rezanê ya Amedê erdhejzedeyên li Dibistana Seretayî ya Yahya Kemal Bayatli diman, bi darê zorê ji dibistanê tên derxistin. Malbatan banga piştevaniyê kirin.
 
Li navçeya Rezan a Amedê Dibistana Seretayî ya Yahya Kemal Beyatli ya ku mexdûrên erdhejê lê diman, tê valakirin.
 
Malbatên ku li dibistanê dimînin xwe gihandin Ajansa Mezopotamyayê û diyar kirin ji dibistanê bi darê zorê tên derxistin û ji bo ku lê bi cih bibin, tu der nîşanî wan nayê dayîn.
 
Mexdûrên erdhejê diyar kirin ku ji wan re hatiye gotin ku heke ji dibistanê dernekevin wê gazî polîsan bê kirin. Malbatan banga piştevaniyê kirin.