‘Ji bo dîtina Hatîce her rê ceribandin’

  • 10:53 22 Sibat 2023
  • Rojane
 
Medya Uren
 
SEMSÛR - Hatîce El Heso ya 16 salî di roja 2 -3’yan a erdhejê de bi birîndarî ji bin kavilan tê derxistin û ji wê rojê ve wenda ye. Ap û jinapa Hatîce bang kirin ku Hatîce demildest were dîtin an jî xeberek ji bo malbatê were dayîn.
 
Xebatên lêgerînê yên li dû erdheja navenda wê Bazarcixa Mereşê û bi pîleya 7.7 pêk hat xebatên lêgerînê berdewam dikin. 
 
Ji ber erdhejê gelek zarokan malbatên xwe wenda kirine, yan jî zarok wenda bûne. Li gel van jî îdiayên ku zarokên di qeydên fermî de derbas nebûne yan jî ji aliyê tarîqatan ve têne revandinê têne belavkirin.
 
Yek ji zarokên ji roja yekem ve wenda ye jî Hatîce El Heso (16) ya li navenda Semsûrê cih digire ye. Dê, bav û birayê biçûk ê Hatîce di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da û ew û birayekî xwe bi birîndarî rizgar bûn. Lê belê piştî hat derxistin şûnde xeber jê nehat girtin. Ji malbatê re hat gotin ku ew şandine Enqereyê. Malbat ji bo xwe bigihînin wê her rêyê bi kar tînin lê êdî tînin ziman ku tu çareyek wan nemaye. Ap û jinapa Hatîce El Heso gotin herî kêm bila xeberekê bidin me.
 
‘Sax an mirî tiştek bidin destê me’
 
Apê Hatîce Muhamednur Haso wiha got: “Bi erdhejê re xaniyên me xisarek mezin girt. Hevjîna birayê min û zarokên wî di bin xanî de man. Di roja duyemîn de li ser xaniyê me lêgerînê dest pê kir. Destpêkê jinbira min û du zarokên wê yên mirîne derxistin. Lê keçek wê ya 16 salî bi navê Hatîce Elheso bi birîndarî hate rizgarkirin. Gotin me şandiye livînên bi hejmara 400'î. Me li wir temaşe kir lê gotin me sewqî bajarekî din kiriye. 15 roj zêdetirin derbas dibe û hîna xeber nehatiye girtin. Ji wê demê ve cihek nema me serî lê neda. Me serî li wezîrê civakî da, bersivek nedan me. Gotin li 184 bigerin. Em li wan ji geriya bersivek nedan me.  Ji roja yekem ve em di nava miriyan de jî lê geriya lê me nedît. Herî kêm bila xeberekê bidin me. Bila em bizanin çawa ye. Bila em sax an mirî wê bibînin.”
 
‘Bila aqûbeta Hatîce were zanîn’
 
Jinapa Hatîce Rahda Haso jî ev bangewaziyê kir: “Bi erdhejê re me bi zorê xwe avêt ji derve. Min û hevjînê xwe zarokên xwe hilgirt û me baz da. Li derdora me xanî xirabûn. Em hîn bûn ku xaniyê tiyê min jî xira bûye. Me xwe gihand ser kavilê xanî. Di serî de dengê wan dihat bihîstin. Lê piştî demekê ew deng qut bûye. Roja din jî komên lêgerînê hatin li ser kavilan xebat kirin. Tiyê min kiriye qêrîn, bi qêrîna wî xwe gihandinê. Lê nagihînin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Hevjîna wî û kurê wî Muhamed ê 13 salî jiyana xwe ji dest didin. Cemal ê 14 salî û Hatîce El Heso jî birîndar tên rizgarkirin. Piştî Hatîce tê derxistin me zanî ku dijî şûnde qet xeber jê nehat girtin. Me li her cihî pirsî lê me Hatîce nedît. Em dixwazin demildest aqûbeta wê were zanîn.”