Koordînasyona HDP’ê: Me pêdiviyên zarok û jinan berçav girt

  • 09:03 22 Sibat 2023
  • Rojane
 
Medya Uren
 
SEMSÛR - Endama Koordînasyona HDP’ê Evîndar Aydin têkildarî pêdiviyên tên bicihanîn û konên  HDP’ê li Semsûrê vedaye axivî û got: “Me pêdiviyên domdar ên welatiyan berçav girt. Me di aliyê tendirustî, derûnî û li gorî avhewayê ev kon vedan. Ya herî sereke jî ew bû ku pêdiviyên zarok û jinan berçav hatin girtin.”
 
Di 6'ê Sibatê de erdheja bi pîleya 7.7 ya navenda wê Bazarcixa Mereşê pêk hat û vê yekê bandoreke mezin li ser 11 bajaran kir. Piştî erdhej pêk hat mexdûrên erdhejê zehmetiyên mezin kişandin. Kêmasiya konan, mijara germbûyinê derdikevin pêş. Kon dereng hatin, yên hatine jî ji bo rewşên avhewayê ne guncav in. Pirsgirêka starbûnê bi xwe re rewşên awarte yên weke tendirustiyê jî peyda dike. Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji rojên yekem ve xebatên alîkarîya welatiyan dide meşandin niha jî bajarên konan ên li Semsûrê vedane bihêz dikin. Endama Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê Evîndar Aydin xebatên di bajarê konan de nirxand.
 
‘AFAD şert û mercên avhewayê berçav negirt’
 
Evîndarê di destpêka axaftina xwe de konên ji aliyê AFAD’ê ve li herêmê hatine vedan destnîşan kir û got: “Li gel ku alîkarî dereng gihişt bajêr, alîkariya hatiye jî ne li gorî avhewaya heyî ye. Sermayek hişk heye, lê belê konên hatine vedan ên havînê ne. Li aliyê din jî destav û av di asta herî kêm de ye. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên girîng ên weke tendirustiyê. Ango li gel pêdiviyan derûniya civakê jî li holê ye. Bi taybetî jî jin û zarok zêdetir bi bandor dibin. Pêwîst e ji bo van yekan hewldan werin kirin. Çavdêriyên me di vî warî de çêbûn. Me jî xwest ne ji bo rojekê, bi domdarî em xebatekê ji civakê re bikin. Me projeya xwe ya konan di vê esasê de pêş xist.”
 
‘Bi saziyên sivîl re proje hat pêşxistin’
 
Evîndarê da zanîn yek ji taybetmendiyên bajarê konan ew e ku di aliyê şerdên avhewayê ne guncav in. Evîndarê wiha qala bajarê konan kir: “Kon xwedî wê taybetmediyê ye ku zivisatanan germ û havînan jî hênik e. Di konên me danîne de li gorî pêdiviyên jin û zarokan jî hatine rêzkirin. Niha li 3 cihan destav hatine danîn û du cihên me yên serşoyê jî hene. Di aliyê sitarbûn, cil û berg, xurek, tendirustî, derûnî û her aliyî de me kon dîzayn kirine. Me bi komele û pêkhateyên sivîl ên weke TTB, KESK ango xebatkarên derûnas re jî hevkarî kir. Her hevalek li gorî qada xwe û pisporiya xwe fikrên xwe anîn ziman û cihê kêm maye tije kirin. Her komek me qadek wê yê cuda weke komên li cil û berg belav dikin, komên tendirustiyê, komên bi xurekan re eleqeder dibin, komên bi zarok ango bi jinan re eleqeder dibin cuda cuda hene.”
 
‘Pêwîstî bi pisporan heye’
 
Evîndarê da zanîn pêwistî bi pisporan heye û wiha pê de çû: “Em dikarin bêjin di nava rewşa awarte de bi rastî jî zarok hatin jibîrkirin. Lewra di aliyê derûnî de gelekî bi bandor bûne. Pêwîst e zêdetir bi wan re eleqeder bibin. Ji bo ev erdhej û rewşa awarte ya heyî di rojên pêş de ji bo zarokan nebe travma divê xebatên bandortir hebin. Me pêlîstok anîne, em bi awayekî sîstematik jî çalakiyên lîstikan bi wan re dikin. Dibe ku xebatên me yên di warê zarokan de têr jî nekin. Ji ber vê jî em bangewaziya xwe ya di vî warî de jî nû dikin. Divê hevalên di mijarê de pispor in bibin dildar û li qadan bi awayekî dorveger xebatê bidin meşandin.”
 
‘Ji bo xebatek baştir tendirustî girîng e’
 
Evîndarê herî dawî ev gotin kir: “Li gel ewlehiyên me girtine em hewl didin ji hundirê konan heta ji derdorên konan em paqijiyê dikin. Ji bo nexweşiyên mîna şewbê zêde nebin jî çi ji destê me tên em dikin. Ango weke xebatkar jî em hewl didin xwe ji nexweşiyan biparêzin. Ji bo em nebin sedema belavbûnê û di heman demê de ji bo em bikaribin xizmetek baştir bimeşînin. Wê jiyan berdewam bike. Lê li navendên erdhejê wê wisa hêsan berdewam neke. Pêwîst e bi taybetî ciwanên me bi dildarî beşdarî van xebatan bibin. Divê herkes di qadên ku tê de pispor in bixebitin.”