Silêmanî alîkarî ji Rojava re şand
- 22:01 21 Sibat 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Karwanekî alîkariyên ku xelkê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji bo koçberên Efrînê yên dorpêçkirî û mexdûrên erdhejê kom kirin, gihaşt Şehbayê.
Piştî 5 rojan ji Silêmaniyê karwanekî alîkariya ji 7 kamyonan pêkhatî, ku di çarçoveya hemleya “Niwasîkim” de hatibûn komkirin, gihaşt Kantona Şehba ya dorpêçkirî. Alîkarî ji madeyên tenduristî, şîrê zarokan û madeyên din ên alîkariyan pêk tê.
Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Şebayê alîkarî wergirt. Alîkarî dê li koçberên Efrînê û mexdûrên erdhejê bên belavkirin.
Hikûmeta Şamê, pêşî li ber alîkariyan girtibû.