Şaredariya Silopîyayê: Kampanyaya me dê berdewam bike

  • 20:07 21 Sibat 2023
  • Rojane
Sema Caglak - Rabia Onver

DÎLOK – Hevşaredara HDP’ê ya Silopîyayê Adalet Fîdan, bal kişand ser kampanyaya Piştgiriya Jinan bi Jinan re” û got: “Di hemû kerasetan de yê ku herî zêde bi bandor dibe jin û zarok in. Lê mixabin di van bûyeran de pêwîstîyên jinan paşgûh tê kirin. Ji ber vê yekê me girîngî bi vî kampanyayê dît. Wê xebatên me yên di wê warê de berdewam be.”
 
Xebatên kampanyaya alîkariyê ya ku bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên sivîl bi herêmên erdhejê re hat destpêkirin, bênavber dewam dike. Şaredariya Silopiyayê ku yek ji şaredariyên HDP'ê yên ku qeyûm lê nehatin tayînkirin, di çarçoveya kampanyayê de li bajêr seferberiya alîkariyê daye destpêkirin. Bi pêşengtiya Şaredariya Silopiyayê heya niha gelek deverên erdhêjê re aşxane hate ava kirin û bi dehan TIR ji bo deverên erdhêjê hate şandin.
 
Şaredariyê ji bo domandina alîkariyê vê carê jî bi pêşengiya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan, kampanyaya “Piştgiriya Jinan bi Jinan re” da destpêkirin. TJA, nûnerên sendîkaya Genel-Îşê, Meclîsa Jinan a HDP'ê, KESK û gelek saziyên sivîl ên li bajêr piştgirî dan kampanyayê. 
 
Şaredariyê, herî dawî  TIR’a binevşî ya ku tenê ji pêdiviyên jin û zarokan pêk tê anîn navçeya Cebellînûrê ya Dîlokê.  Derheqê kampanyayê wan de Hevşaredara Şaredariya Silopiyayê Adalet Fîdan axivî.
 
‘Pêdiviyên jinan paşguh tê kirin’
 
Adalet,  daxuyand ku ji roja destpêkê heya niha ji bo welatiyên li deverên erdhêjê bûne seferber û got: “Wekî tê zanîn, bi tevahî tevgerên jin ji bo jinên li deverên erdhêjê heya niha di nav liv û tevgeran de nin. Em jî wek Midûrîyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopî, ji bo jinan kampanyayek da destpê kirin. Di hemû kerasetan de û şeran dê yê ku herî zêde bi bandor dibe jin û zarok in. Lê mixabin di van bûyeran de pêwîstîyên jinan wek pêwistiyên di rêza dûyemîn û sêyemîn de tê cih gritin. Ango pêdîvîyên jinan paşguh tê kirin. Ji ber vê yekê me girîngî bi vî kampanyayê dît. Ji 17 mehê heya niha em ji bo jin û zarokan di nav kar û xebatan de nin.”
 
‘Kampanyaya me dê berdewam bike’
 
Adalet, balê kişand li ser TIR’a binevşî û got: “Ji bo TIR’a binevşî ev demekê bû xebatên me hebûn. TIR’a ku ji Botanê bi rê ket me danî yek ji qadekê erdhêjê ya Dîlokê. Heya ku pirsgrêkên jinan a di wê warê de çareser bibe û pêdiviyên jinan were bi cîh kirin dê kampanyayên me berdewam bike. TIR’a binevşî ji bo Dîlokê bû. Lê belê kampanyayên me yên ji bo bajarên erdhêjê dê berdewam bike. Xebat û kampanyayên TJA’ê jî ne tenê ji bo bajarek ve bi sînor e. Li ku derê hewcedariya jinê hebe û li ku derê jin bixwazin dengê xwe bidin bihistîn em wek jin li wir bin.”
 
‘Pêdiviyên jinan zêdetirî ji aliyê tenduristiyê ve heye’
 
Adalet, anî ziman ku ji hêla tenduristiyê de jî kampanyayên wan rolekê girîng digire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku erdhêj çêbû ji heya niha têkiliyên me bi jinên li qadên erdhêJê berdewam dike. Zêdetirî jî ji hêla alavên hîjyenîk û nexweşînê pêdiviyên jinan çêdibin. Ji ber ku pêwistiyên jinan gelek qels hatiye dayîn. Lewra ev kampanya di wê hêlê de jî xwedî rolekê girîngtir e. Xebatên me hem ji hêla tenduristiya jin û zarokan de hem jî ji bo bi cîh kirina pêdiviyên jin û zarokan xwedî taybetmendiyeke û em di wê aliyê de xebatên xwe bi xurttir bikin.”