'Dest ji konbajarê mayînde berdin'

  • 15:43 21 Sibat 2023
  • Rojane
 
AMED - Têkildarî pêvajoya erdhejê û “konbajarê” li kêleka Çemê Dîcleyê hatiye avakirin de Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Amedê daxuyaniyek da û got: “Divê dest ji ‘konbajarê’ mayînde bê berdan. Di vê mijarê de jî divê nêrînên pisporan li ber çavan bê girtin.”
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, têkildarî pêvajoya erdhejê û “konbajarê” li kêleka Çemê Dîcleyê ji aliyê walîtî û şaredariyê ve hatiye avakirin li avahiya Egîtîm Senê ya Jimara 1’an a Şaxa Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.  
 
Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran metna daxuyaniya bi sernavê “Ne afet bêtedbîrî dikuje” xwend û bal kişand ser ziyana erdhejê ku li Amedê û gundan çêbûye û di encama hilweşandina avahiyan de li Amedê 407 kesan jiyana xwe ji dest daye û 902 kes jî birîndar bûne, hê jî 13 birîndar li beşên nihêrîna awarte û 32 kes jî li odeyên asayî yên nexweşxaneyan tên tedawîkirin. 
 
Elîf da zanîn ku ji kêliya ku erdhej çêbûye û heta niha di bin banê Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê de maseya krîzê hatiye avakirin û alîkarî, piştevanî û dilxwaziya ku derketiye holê girîngiya civaka bi rêxistinkirî nîşanî her kesî daye. Elîf anî ziman ku xebatên wan ên alîkarî û piştevaniyê bênavber dewam dikin. Elîf destnîşan kir ku xebatên piştî erdhejê divê xebatên psîkososyal bên kirin û xebatên tên kirin divê nêrîna ekolojîk jî li ber çavan bê girtin. 
 
Elîf da zanîn ku Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî kêmasiyên li 7 “konbajaran” hene ragihandiye jî lê 10 roj in tu guhertin çênebûye û got: “Mixabin ji bo konbajarê mayînde hatiye avakirin, bi rêxistinên sivîl ên bajêr nepirsîne. Konbajar li kêleka Çemê Dîcleyê hatiye avakirin û ev ji ber lehî û karesatên cuda yên xwezayê xetereyê dide. Wê Baxçeyên Hewselê ku di bin parastina UNESCO’yê de ye jî zirarê bibîne. Feraseta ku xebata hevpar a bi rêxistinên sivîl ên bajêr re red kiriye, konbajar ji weqfên tarîqatan re vekiriye. Cerdevan bi çekên xwe di nav konbajar digerin û tarîqat jî ji xwe re kirine cihê berjwendiyê. Divê demildest ev der were sererastkirin.” 
 
Elîf diyar kir ku hin xwediyên xaniyan kirê zêde kirine û hin şirketên neqliyeyê bi bihayên zêde dixwazin û yên ku ne li gorî ruhê piştevnî û nasnameya bajarê dîrokî tevbigerin û li pey keysbaziyên bin dê teşhîr bikin. 
 
Elîf anî ziman ku rêveberiyên ku hişyarinên rêxistinên sivîl li ber çavan nagirin û piştguh dikin sebeba gelek qewimandinên neyînî ne û divê dest ji jîngeha konbajarê mayînde bê berdan û nêrîna pisporên di vî warî de li ber çavan bê girtin.