Komeleyên ziman: Em ê li dijî faşîzma li ser zimanê kurdî têbikoşin

  • 15:18 21 Sibat 2023
  • Rojane
AMED/WAN - MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, Destar û Enstutiya Kurdî ya Amedê bi minasebeta 21'ê Sibatê daxuyaniya ku dan û diyar kirin ku erdhejê çawa ku xemsariya Dewleta Tirk a li hember jiyana mirovan derxiste holê, di heman demê de faşîzma li ser Gelê Kurd û zimanê kurdî û ya li ser penaberan jî derxist holê û gotin li dijî faşîzmê dê têbikoşin. Her wiha li Wanê jî bi tevlîbûna gelek saziyan daxuyaniya hevpar hat xwendin. 
 
Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjekarên Kurd, Destar û Enstutiya Kurdî ya Amedê bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê li avahiya xwe de daxuyaniyê da. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun, endamên Kovara Destar, endamên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, endamên MED-DER'ê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bû. 
 
Daxuyaniya kurmanckî ji aliyê Hevseroka komeleyê Şukran Yakut, ya kirmanckî jî ji aliyê Hevserokê komeleyê Mehmet Remzî Azîzoglu ve hat xwendin. 
 
Şukran, du destpêka axaftina xwe de anî ziman ku îsal ew bi karesateke mezin a erdhejê pêşwaziyê li 21'ê Sibatê dikin. Şukran, bi lêv kir ku vê karesatê rasterast bandor li 15 mîlyon mirovî kiriye û ji ber wê bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest daye û hîna bi hezaran kes di bin kavilên avahiyan de ne û bi mîlyonan kes jî bê cih û war mane. Şukran, wek saziyên zimanê kurdî bi vê minasebetê kesên ku jiyana xwe ji dest dane re serxweşiyê ji malbatên wan û ji gel re xwest û ji kesên birîndar re jî şîfaya xêrê xwest û got ku ew xwe hevparê vê êşê ne.
 
'Eger tedbîr bigirtana dê ev tişt nebûya'
 
Şukran, destnîşan kir ku her çend ev karesat karesateke siruştî be jî, ji ber xemsariya desthilatdaran, ji ber rant û talanê û bi taybetî jî, li Kurdistanê ji ber hişmendiya dijminane û dagirkeriyê vê karesatê encamên pir xerabtir derxistin holê. Şukran, wiha domkir: "Eger di roja roj de tedbîrên pêwîst bihatina girtin û piştî erdhejê zû mudaxele bihata kirin, îro bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest nedida. Vê karesatê careke din nîşan da ku ev pergal di mijara jiyana mirovan de çi qas zêde xemsar e."
 
'Ev yek nayê qebûlkirin'
 
Şukran, da zanîn ku li aliyekî mirov hewl didin ku ji vê karesatê bi saxî bifilitin û li ser pêyan bimînin û wiha pê de çû: "Li aliyekî din jî dewleta tirk dixwaze vê karesatê bike wesîleyeke wisa ku demografiya van bajarên me biguherîne, pişaftinê li wan deran pêşvetir bibe. Lewma jî li şûna ku lêqewimiyên erdhejê li bajarên din ên kurdan yan li bajarên nêzîk bi cih bike, wan dibe li bajarên tirknişîn û dûr ji bajarên kurdan bi cih dike. Guhertina demografiyê jî awayekî din ê pişaftin û qirkirinê ye. Ev yek nayê qebûlkirin!"
 
'Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e'
 
Şukran, da zanîn ku erdhejê çawa ku xemsariya dewleta tirk a li hember jiyana mirovan derxiste holê, di heman demê de faşîzma li ser Gelê Kurd û zimanê kurdî û ya li ser penaberan jî derxiste meydanê. Şukran, wiha domand: "Gelek kesên ku di bin kavilan de mabûn, ji ber ku bi tirkî nezanîne, tirsiyane ku eger bi zimanê xwe yê dayikê bibêjin 'hawar', kes dê bi hawara wan ve neçe. Lewma dengê xwe dernexistine. Ev rewş nîşan dide bê ka çawa ev pergal kesên netirk û tirkînezan mecbûrî mirinê dike. Bi heman awayî, tevî ku ev erdhej li gelek bajarên kurdan pêk hatibe jî, xetên telefonê yên hawarçûnê û saziyên ku ji bo lêqewimiyên erdhejê hatine avakirin da ku ew bi rêya wan cihê xwe diyar bikin yan jî pêwîstiyên xwe bînin ziman, di wan de bi tu awayî cih nedane zimanê kurdî. Mînaka herî berbiçav jî saziya bi navê YÎMER'ê ye. Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e!"
 
'Gelê Kurd li dijî faşîzmê têdikoşe'
 
Şukran, destnîşan kir ku çawa ku bi salan e gelê kurd li hember vê faşîzmê tê dikoşe, xwedî li zimanê xwe derdikeve, hevgirtin û rêxistinbûna xwe zêdetir dike da ku hebûna xwe biparêze û wiha axivî: " Bi vê karesata giran derkete holê ku tiştê ku hebûna me biparêze, tiştê ku me ji destên vê pergalê xelas bike, hevgirtin û rêxistinbûna gel e. Hevgirtin û rêxistinbûna gelê me nebûya, dê encamên vê karesatê pir zêdetir bûbûna. Pêwîst e ji niha û pê de em vê yekê pêşvetir bibin. Ji ber ku rêyeke din nîn e ku em xwe ji vê pergala mirovkuj û zimankuj rizgar bikin."
 
'Em ê ji bo perwerdeya ziman têbikoşin'
 
Şukran, wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em wek saziyên zimanê kurdî bi boneya 21'ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, dixwazin destnîşan bikin ku em di her şert û mercî de li ba gelê xwe ne, li ba zimanê xwe ne û gelê xwe û zimanê xwe ji însafa pergalê re nahêlin û em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî tê bikoşin."
 
Wan
 
ARSÎSA bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê da zanîn tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e û wiha got: "Gelê kurd li hember vê faşîzmê bi salan e têkoşînê dimeşîne, xwedî li zimanê xwe derdikeve, hevgirtin û rêxistinbûna xwe zêdetir dike da ku hebûna xwe biparêze."
 
Komeleya Lêkolîna Huner, Çand û Ziman (ARSÎSA) li Wanê bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li ber avahiya komeleyê ya li Wanê daxuyaniya çapemeniyê da. Tevgera Jinên Azad (TJA), HDP, DBP, Mebya-Der, OHD, Goç-Der, Star Der, TUHAY-DER,  ARYEN ÇAND, Destar,  Partiya Çep a Kesk, Şanowan, Meclîsa Xwendekarên Demokratîk tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Kurdî Xwebûn û Nasnameya  Me ya Neteweyî ye" hat vekirin. Her wiha dowizên  “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me hebûna me ye” hatin hildan. Daxuyaniya hevpar hat xwendin.