PENa Kurd: Parastina ziman yek ji peywira me ya sereke ye

  • 15:16 21 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - PENa Kurd derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de da zanîn ku sînorên zimanê mirov, sînorên cîhana mirov in û got:"Em dibêjin heke ku zimanê me “hebûn”a me, “nasname”ya me û “rûmet”a me be, divê parastina wî jî yek ji peywirên me yên sereke be."
 
PENa Kurd derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de PENa Kurd bal kişand ser girîngiya ziman û got divê perwerdehî û xebatên ziman zêdetir bên berbelavkirin û payebilindiya Kurdî, hişmendiya parastin û pêşvebirina Kurdî zêdetir bên berbelavkirin.
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî
 
21’ê Reşemiyê/Sibatê, di 17’ê Sermaweza 1999’an de ji aliyê UNESCO’yê (Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî) ve wek Roja Tevgera Zimanê Dayikê (Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî) hatiye daxuyandin. Welat û neteweyên ku ev daxuyanî erê kirine û vê rojê pîroz dikin di heman demê de pirzimaniyê jî erê dikin. UNESCO’yê bi daxuyandina vê rojê careke din bal kişandiye ser mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, girîngiya perwerdehiya pirzimanî û pirçandî û xweşbîniya li hemberî hemû cureyên cihêrengiyan.
Her wiha li gor Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ya ku di sala 1990’î de bi erêkirina 196 welatan (Heta niha, der barê mafên mirovan de, ev peyman a ku ji aliyê herî zêde welatan ve hatiye erêkirin e.) ketiye meriyetê, perwerdebûna bi zimanê dayikê yek ji mafên bingehîn ên mirovî ye û rêlêgirtina li ber vê yekê jî wek yek ji binpêkirinên herî mezin ên mafên mirovan tê pejirandin. 4 rêgezên bingehîn ên vê peyamanê jî; nekirina cudakariyan (Xala 2’yemîn), parastina berjewendiya zarok (Xala 3’yemîn), mafê jiyîn û mezinbûnê/gihîştinê (Xala 6’emîn) û mafê beşdariyê (Xala 12’emîn) ne.
 
Gelê Kurd jî ev bi salan e bi heman şiyarî, hewl û hişmendiya ku di van peymanan de jî hatine destnîşankirin li çar aliyên Kurdistanê vê rojê pîroz dike. Lewra ziman bi tenê ne alaveke ragihandinê ye; di heman demê de awayê fikirînê, hîmê bingehîn ê çandê û awayê jiyînê ye; ziman bi tenê ne amûra xwederbirînê ye, di heman demê de wate û naveroka xwederbirînê jî dixemilîne û dikemilîne. Digel hemû cure hewl, xebat, berxwedan û têkoşîna Kurdan a li çar aliyê Kurdistanê jî, dîsa li gor daneyên UNESCO’yê, niha li rûyê erdê, ji 7 hezaran zêdetir ziman hene û tên axaftin û mixabin li derdora ji %40’î van zimanan bi tunebûnê re rû bi rû ne ku di nava vana da zaravayên Hewramî, Kelhûrî, Kirmanckî, Lekî yên Kurdî jî hene.
 
Li başûr û başûrê rojavayê Kurdistanê her çiqas destkeftiyên gelekî girîng hebin jî, ji aliyê parastin û pêşvebirina Kurdî ve hîna gelek qonax hene ku bên derbaskirin. Li Başûr, her çiqas di Destûra Bingehîn a Iraqê de Kurdî wek zimanê fermî hatibe destnîşankirin jî, hinek zaravayên Kurdî di binê xetereya wendabûnê de ne û divê ji bo parastina wan xebatên taybet bên kirin. Dîsa li başûrê Rojavayê Kurdistanê her çiqas perwerdehiya bi Kurdî hebe jî, divê ev perwerdehî û xebat zêdetir bên berbelavkirin û payebilindiya Kurdî, hişmendiya parastin û pêşvebirina Kurdî zêdetir bên berbelavkirin.
 
Li rojhilatê Kurdistanê jî pêkutî û zordariya li ser Kurdî û Kurdan bi awayê herî tund didome, zaravayên Kurdî yên qedîm di binê xetereya wendabûnê de ne û divê tevahiya Kurdan ji bo rizgariya Kurdî ya li Rojhilat bi yekdengî hewl bidin, kesayet, sazî û dezgehên ku li ser zimên dixebitin destek bikin, ji bo perwerdehiya bi Kurdî ya berbelav û ji bo fermîbûna zimanê Kurdî têbikoşin.
 
Ligel vê rewşa giştî, wek ku tevahiya Kurdan baş pê dizanin, serkêş û diyarkera tevahiya polîtîkayên li hemberî Kurdan a li çar aliyên cîhanê Tirkiye ye. Bi hemû hêz û şiyana xwe ji bo bişaftina Kurdan, rêgirtina li wan a ji bo xwegihandina mafan hewlan dide. Wek mînak, Tirkiyeya ku yek ji palpiştên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye, ji bo xalên 17, 29 û 30’emîn dûreparêzî danîne û gotiye ku dê peymanê li gor Peymana Lozanê ya ku di 1923’yan de hatiye morkirin û Destûra Bingehîn a 1982’yan şîrove bike. Heke ku mirov bi kurtasî encama van dûreparêziyan bibêje, Tirkiyeyê ji Peymana navborî cudatir, pênaseyan kêmaran ne li gorî “nijad, ziman, ramanên siyasî, rewşa neteweyî, etnîk û civakî” kiriye, diyar kiriye ku ew ê pênaseya kêmaran an gelên din bi tenê li gor pênaseya “olî” bike û nasnameya Kurdî jî ji ber vê yekê wek “kêmar” napejirîne û mafên Kurdan bi her awayî binpê dike.
 
Dîsa wek mînakeke aktuel, di kareseta erdhejê ya ku gelek parêzgeh, bajar û bajarokên bakurê Kurdistanê da ber xwe de jî, di rewşa awarte ya ku tevahiya cîhanê rabûye ser piyan de jî nêrîna li hemberî Kurdî û Kurdan neguheriye, qedexeyên li ser Kurdî û binpêkirinên mafên Kurdan bi her awayî didomin. Ligel ku erdhej li Kurdistanê çêbûye û ji bo qurbaniyên erdhejê xizmeta bi gelek zimanên wek Belûcî, Farisî, Erebî, Rûsî, hwd tê dayîn jî, qedexe û tunehesibandina Kurdî û Kurdan bi her awayî didome. Ev mînak dikarin werin zêdekirin û “linguicide”ya (zimankujî/qirkirina zimanî) li ser Kurdî bi gelek mînakên din were vegotin.
 
Bêguman rewşa Kurdî û Kurdan bi nivîseke kurt nikare bi her awayî were vegotin, lewra li çar aliyên cîhanê û Kurdistanê gelek sepan û rewşên xweser û xwereng hene ku divê bi xebatên hevpar, yekgirtî û hişmendiyeke neteweyî û niştimanî bên nirxandin û xebat bên kirin.
Wek ku feylezofê Viyanayî Ludwig Wittgenstein dibêje, heta ku dewlemendiya wateyî û kûrahiya wateyî ya zimên bi pêş nekeve, karên ku bi wî zimanî werin kirin dê sînorkirî bin. Lewra sînorên zimanê mirov, sînorên cîhana mirov in.
 
Wek Navenda PENa Kurd, ji bo parastin û pêşvebirina sînorên Kurdî em di nava hewl û xebatan de ne û em ê her û her van xebatan bidomînin jî. Em ê ji bo belavbûn û sepandina biryarên ku di Kongreya 88’emîn a PENa Navneteweyî ya ku di dawiya sala 2022’yan de li Uppsalaya Swêdê ji bo Kurdî hatin dayîn de, di çarçoveya rêgezên ku di Manîfestoya Gîronayê ya PENa Navneteweyî de, hewl bidin, têbikoşin. Wek gotina dawîn; em dibêjin heke ku zimanê me “hebûn”a me, “nasname”ya me û “rûmet”a me be, divê parastina wî jî yek ji peywirên me yên sereke be.
 
Navenda PENa Kurd"