Serhildana 'Jin jiyan azadî' didome

  • 12:34 21 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN  - Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 159 roj li pey xwe hiştin. Tevî gefên kuştin, darvekirin, girtin û îşkenceyan jî bi awayên cuda cuda nerazîbûna xelkê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome. 
 
Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî kuştin, darvekirin, girtin û îşkenceyan jî bê navber dewam dike. Destilata Îranê dixwaze bi cezayên cuda, xwepêşanderan bitirsîne. Di heman demê de piştgiriya ji bo serhildana li Rojhilat û Îranê jî roj bi roj zêde dibe.
 
Duh bi hezaran kes li Belçîkayê li ber deriyê Konseya Ewropayê kom bûn û xwestin Supayê Pasdaran bi fermî weke rêxistinek terorîst were nasîn. Li gelek welatên din jî çalakiyên piştevaniyê hebûn.
 
Duh li Îranê çalakiyên cuda hatin lidarxistin, li gelek cihên giştî dirûşme li ser dîwaran hatin nivîsandin, ciwanan li kolanan agir pêxistin û dijî desthilatê nerazîbûna xwe anîn ziman.
 
Li gelek parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kesên teqawîdbûyî li dijî rewşa xirab a jiyanê, çalakiyên cuda li dar xistin. Li bajarê Dîwaniye ya Rojhilatê Kurdistanê Fuad Fedîm ê ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû kuştin, hate bibîranîn. Di merasîmê de bê navber dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Şehîd namirin’ hatin qêrîn.
 
Li bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê bi hêceta li dijî asayîşa welat derketiye, dadgehê 2 sal ceza bi ser xwendevana jin a bi navê Nîgar Dawidî de birî. Herwiha dadgehê 2 sal cezayê qedexeya derve jî da Nîgar Dawidî. Ji bilî van cezayan salek karkirina bê beramber ji bo Fermangeha Çavdêrî ya Civakê û 200 saet fêrbûna quranê weke ceza li Nîgar hate birîn.