Dildarên Mor Çatî dê bî jînên erdhejzede re bên gel hev

  • 10:32 21 Sibat 2023
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
MELETİ - Dildarên Weqfa Stargeha Mor Çati ya Jinê, dê bî jînên li bajarên erdhejê re bên gel hev.  Jînên dildar ku hevdîtina xwe ya  ewil li Meletî pêk anîn, dê piştre derbasî Semsûr, Mereş û Hatayê bibin. 
 
Di erdheja ku navenda wê Mereş bû pêk hat de 10 bajaran zirarek mezin dîtin, Meletî û gundên wê jî yek ji van bajaran e. Ji ber erdhejê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar bûn û bi hezaran avahî hilweşiyan. Ji bo welatiyên li herêma erdhejê dijîn ji çar aliyê Tirkiyeyê bi taybet Kurdistanê ji bo hevgirtinê alîkarî hatin komkirin û hatîn şandin. Jinan di hevgirtinê de pêşengtî kir. Di vê çarçoveyê de dildarên Weqfa Sitargeha Jinan a Mor Çatî ji roja ewil a erdhejê heta niha bi jinan re ne. Jînên dildar dê bên Meletiyê ku yek ji bajarên  erdhej lê pêk hatiye, bi jinan re hevdîtinê pêk bînin, pêwistiyên wan tespît bikin û daxwazên wan guhdarî bikin. Jinên dildar wê piştre biçin Semsûr, Mereş û Hatayê bi jinan re hevdîtinê bikin.
'Dildar bûne du parçe'
 
Dilldara Weqfa Sitargeha Jinê ya Mor Çati Gulsûn Kanat, diyar kir ku ji ber erdhejê ew weke weqf bi jinan re li bajaran hatine cem hev. Gulsûn di berdewamiyê de wiha got, “Piştî erdhejê yekser bi jinên femînîst re em hatin cem hev û me hevgirtina femînîst ava kir. Helbet ji wê kêliyê û pê ve hin dildar yekser derketin qadan da ku xwe bigihînin kesên di bin xirbeyan de mane, piştgiriyê bidin wan û hevgirtinê ava bikin. Li aliyê din jî me hewl da ku pêdiviyên hatinûçûnê dabîn bikin. Lêbelê, her ku roj derbas bûn, em li ser tiştên din ên ku dibe ji me re hewce bibin difikirin. Piştre me ekîbên wekî yên psîkososyal, kompîtur û depoyê ava kirin. Piştî wekî jin me di  van xebatan de cîh girt, em wekî Mor Çati rûniştin û fikirîn. Me biryar da ku em bi jinên ev trajedî jiyane re bên gel hev û biaxivin."
 
'Em ji bo hevgirtinê li vir in'
 
Gulsûn bal kişand ser wê yekê ku her çendî ew ji çapemeniyê bişopînin jî ne wekî ku mirov bi çavên xwe bibîne ye û got, “Her çiqas em ji hevalên xwe yên qadan agahiyê bigirin jî, ne pêkan e ku em hewcedariyên jinan bizanibin û ji tecrûbeyên wan sûdê bigirin. Ne pêkan e ku em zanibin ku hewcedariyên sazî û rêxistinên ku dê piştgiriyê bidin jinan çi ne. Pêwîst bû ku me bihata  vir û van hewcedariyan bidîta û bizanibûya. Beriya her tiştî me xwest ku em hevgirtinekê pêk bînin. Ji ber vê em li vir in.”