Li Hatayê bi meznahiya 6.4 erdhêj pêk hat

  • 20:30 20 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Samandag a Hatayê bi meznahiya 6,4 erdhêj pêk hat. Piştî erdhêja yekem bi meznahiya 5.8 erdhêjek din pêk hat.
 
Rasatxaneya Kandîlî diyar kir ku li Samandagi ya Hatayê bi meznahiya 6.4 erdhêj pêk hatiye. Erdhêja ku kurahiya wê wek 7.7 hat diyar kirin, di serî de li Amed, Eden û gelek bajarên din hat hîskirin. 
 
AFAD’ê da zanîn navenda erdhêjê navçeya Defne ya Hatayê ye. Piştî erdhêja 6.4, bi meznahiya 5.8 jî erdhêjek pêk hatiye.