AFAD’ê piştî erdhêja Hatayê daxuyanî da

  • 21:57 20 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – AFAD ku piştî erdheja li Hatayê daxuyanî da, welatiyan hişyar kir ku ji peravê û avahiyên xesardîtî dûr bisekinin. 
 
Piştî erdhejên bi pileya 6,4 û 5,8 ên li navçeya Samandagi û Defneyê yên Hatayê çêbûn, AFAD'ê daxuyanî da. 
 
AFAD'ê di daxuyaniya we de diyar kir ku piştî erdhejên bi pileya 6,4 û 5,8'an tîmên wan ketine nava liv û tevgerê û dest bi kontrolkirina qadê kirine. Her wiha AFAD'ê welatiyan hişyar kir ku ji peravê û avahiyên xesardîtî dûr bisekinin.  
 
Fuat Oktay hişyar kir
 
Cîgirê Serokkomar Fuat Oktay jî li ser hesabê xwe yê medyaya sanal têkildarî erdhejên Hatayê daxuyanî da û got: "Em ji welatiyên xwe yên li herêmê rica dikin ku ji avahiyên bi xesar dûr bisekinin û guh li hişyariyên tîmên me bikin."