Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê ji zarokan re pêlîstok şandin

  • 19:50 20 Sibat 2023
  • Rojane
STENBOL - Malbatên kesên ku gava pêlîstok ji zarokên Kobanê re dibirin li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, pêlîstok ji zarokên mexdûrên erdhejê re şandin.  
 
Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 91'ê ya Nobeta Edaletê ya ji bo "33 rêwiyên xeyalan" ku gava pêlîstok ji zarokên Kobanê re dibirin li Pirsûsa Rihayê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê li hev kom bû. Di nobedê de pankarta li ser "Bila dilê me ji bo edaletê hilbiavêje" nivîsandî li erdê hat raxistin. Di nobedê de dowîzên ku wêneyên kesên hatin qetilkirin li ser hatin hilgirtin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Musa Pîroglu jî piştgirî da nobedê.  
 
Di nobedê de dirûşmeyên "Ji bo Pirsûsê, ji bo her kesî edalet" û "Şehîdên Pirsûsê nemir in" hatin berzkirin. Malbatan ji bo ji zarokên mexdûrên erdhejê re bişînin bi xwe re pêlîstok anîn qada nobedê. Pêlîstokên hatin berhevkirin îro dê ji herêma erdhejê re bên şandin. 
 
Di Nobedê de li ser navê malbatên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin Murat Budak, bavê Vatan Bûdak ê li Pirsûsê hat qetilkirin, axivî. Murat bal kişand ser pêvajoya darizandinê û xwest ku delîlên hatine berhevkirin daxilî nava dosyeyê bên kirin. Murat got: "Ger ev delîl daxilî nava dosyeyê bên kirin, em abwer dikin ku dê komkujiyên li Enqere û Amedê çêbûn jî zelal bibin."