6 dibistanan li Manîsayê wê bên hilweşandin

  • 19:49 20 Sibat 2023
  • Rojane
MANÎSA- Li Manîsayê der barê 6 dibistanên ku li dijî erdhêjê bi rîskin biryara hilweşînê hat dayîn.
 
Piştî erdhêjên navenda wê Mereş bû û 11 bajar bi bandor bûn şûnde ji bo dibistanên ku xesar dîtine biryara hilweşînê hat dayîn. Li Salîhlî ya Manîsanyê jî der barê 5 dibistanan de ku li dijî erdhêjê bi rîskin biryara hilweşînê hat dayîn. Li gorî testên hatin kirin Dibistana Navîn ya Ataturk, Dibistana Seretayî ya Alpalslan, Dibistana SEretayî ya Fahriye Hanim Bloka A, Lîseya Anadolu  û Teknîk a Pîşeyî ya Hafta Sulan Bloka C û  Dibistan aDayikê ya Durasilli ya Zubeyde Hanim  wê bên hilweşandin.  
 
Dîsa li gorî testên hatine kirin li navçeya Kula jî wê dibistanek bê valakirin û hilweşandin.